Biryara dozvenekirinê ji bo dosyeya penaberê kuştî hat dayîn 2022-04-18 09:00:39 MÊRDÎN - Dosyeya Ridwan Îd Numan El Ehmed ê sala par li ser sînorê Rojava ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin, li ser beyanên fermandarê qereqolê ku di pozîsyona gumanbar de ye bi dozvenekirinê bi encam bû.  Ridwan Îd Numan El Ehmed bi du hevalên xwe re di 27’ê mijdara 2021’an de dema ji gundê Erada yê bi ser navçeya Zirgana Hesekê ve xwestin derbasî aliyê serxetê bibin ji aliyê leşkeran ve hatibû girtin. El Ehmed di encama îşkenceyê de hatibû kuştin û leşkeran cenazeyê wî avêtibû aliyê din ê sînor. Heta niha jî ji bo El EHmed tu daxuyaniyek nehatiye dayîn. Malbata El Ehmed li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê gilî kiribû û meqamen darazê ser vê dosyeyê girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê “biryara nerayeyê” da û doyeyê şand Serdozeriya Komarê ya Qoserê û vê dozgeriyê jî biryara hewcehî bi şopandina dozê nîne da.    LI SER BEYANÊN FERMANDAR BIYAR HAT DAYÎN    Parêzerê malbatê Azad Kaya li dijî biryara dozvenekirinê ya dozgeriyê îtîraz kir û diyar kir ku di ewraqên dosyeyê de tê xuyakirin ku di lêpirsîna bûyerê de kêmasî heye. Kaya anî ziman ku li gel îfade ango beyanên wî fermandarê qereqolê bi gumanbar in jî lê darazê serbixwebûna xwe û bêalîbûna xwe binpê kiriye û doz venekiriye. Kaya detnîşan kir ku derbarê tespîta faîlan de tu lêkolîn û lêpirsîn nehatiye kirin û şahidên bûyerê nehatine guhdarîkirin û leşkerên bûyer kirine jî nehatine diyarkirin.