Gefa kuştinê ya li Sîlîvriyê didome: 2 girtî ketin greva birçîbûnê 2022-04-17 11:29:08   STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 7 a Sîlîvriyê dan zanîn ku gardiyan gefa kuştinê li wan dixwin. Li hemberî zextên li girtîgehê, 2 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.   Girtiyê bi navê Îbrahîm Dînçer ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 7 a Sîlîvriyê tê ragirtin, di 13’ê nîsanê de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Dînçer, di hevdîtinê de qala zext û binpêkirinên li girtîgehê kir.    Dayika Dînçer, Şehnaz Dînçer da zanîn ku 15 sal cezayê hefsê li kurê wê hatiye birîn û ev 4 sal in jî di girtîgehê de ye. Dayik Dînçer, bi domdarî bal kişand ser hevdîtina bi kurê xwe re kiribû û wiha got: “Kurê min got ku gardiyanan gefa kuştinê lê xwarine. Li girtîgehê zilm heye. Kurê min got ku xwarina wan kêm tê dayîn, nikarin biçin sporê bikin, gardiyan wan tacîz dikin û zext li ser wan heye. Kurê min da zanîn ku li gel Ferhan Yilmaz, her wiha girtiyeke din jî jiyana xwe ji dest da ye.”    2 GIRTÎ KETIN GREVÊ    Bi domdarî Dînçer, destnîşan kir ku malbatên girtiyên din jî qala binpêkirinan kirine û ev agahî dan: “Girtiyên bi navên Mûrat Akin û Metîn Orman ku li Girtîgeha Hejmar 7 a Sîlîvriyê tên ragirtin, ji bo protestokirina binpêkirinên li girtîgehê ji 16’ê nîsanê ve bo 10 rojan ketine greva birçîbûnê.”    Girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê dihat ragirtin, bi hinceta ku krîza dil derbas kiriye rakiribûn nexweşxaneyê û di roja yekşemê de jiyana xwe ji dest da. Wezareta Edaletê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku Yilmaz ji ber sekinîna dil jiyana xwe ji dest da ye.    Malbata Yilmaz ku cenazeyê kurê xwe wergirtibûn, da zanîn ku li ser laşê Yilmaz gelek şopên derbkirinê hebûn û hatiye îşkencekirin. Malbat, ji mirina Yilmaz rêveberiya girtîgehê berpirsyar dibîne.    Têkildarî mirina Yilmaz, Serdozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdia kir ku ji bilî semtomên di dema destwerdana tibî de, rastî tu şopên derbkirinê, tundî û alavên birînê ne hatine.    GIRTIYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA    Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan di 10’ê nîsanê de bi ser qawîşê de girtin. Piştî serdegirtinê, girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz ê ji Êlihê jiyana xwe ji dest da û gelek girtî jî bi giranî birîndar bûn. Hinek girtiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê û hinek jî li girtîgehên cuda hatin veguhestin. Li hemberî van bûyeran rayedaran xwe li bêdengiyê danî û girtî û xizmên wan jî diyar kirin ku girtî neçarî mirinê hatine kirin. Gelek rêxistinên civaka sivîl jî destnîşan kirin ku zext û tundiya li girtîgehan zêde bûye.