Çepnî: Dewlet dixwaze herêmê ji mirovan xalî bike 2022-04-17 09:04:42   ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser şerê dewletê yê li dijî hawirdora heremê û got: "Ji aliyekî ve ji bo parastina xwe li qadê şer dimeşîne û di şerê li qadê de jî dixwaze xwezayê û mirovan qetil bike, pergala hawirdorê bi temamî tune bike û veguherîne welatekî bê mirov."   Li Herêma Kurdistanê talan û wêrankirina hawirdorê didome. Wekî her sal, îsal jî bi hatina biharê re li herêmê şewitandina daristanan û birîna daran didome. Di heman demê de bi operasyona Tirkiyeyê re ku di 23'yê nîsana 2021'an de li hêrêmên Zap,Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin, ji aliyê cerdevanan ve li herêmê birîna daran dest pê kiribû û darên hatibûn birîn bi qamyonan hatibûn kişandin.    Qirkirin û tunekirina ku li dijî xwezaya Kurdistanê hatiye destpêkirin bênavber berdewam dike. Herêmên ku bê daristan tên hiştin, bênefes dimînin. Berpirsiyara Ekolojiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Îzmîrê Mûrat Çepnî, der barê qirkirina xwezayê û êrîşên li ser hawirdora erdnîgariya herêmê de axivî.   'DI PARASTINA XWEZAYÊ DE DURÛTÎ HEYE'   Çepnî, diyar kir ku ji ber ku nêrazîbûna li dijî qirkirina xwezayê nayê birêxistinkirin qirkirina xwezayê zêdetir dibe û wiha axivî: "Têkoşîna hawirdorê mijareke ku divê em nîqaş bikin. Ji ber ku têkoşîna hawirdorê yek ji wan têkoşîna ye ku pir şaş tê fêmkirin. Ji aliyekî ve dar û daristan tên parastin û hewl tê dayin ku ji şîrketan biparastin, lê li aliyê din jî dewlet bi xwe bi hinceta operasyonên leşkerî û ewlekariyê daristanan talan dike û bendavên mezin li ser çeman çêdike. Di bingeh de jî vê yekê ji ber sedemên ewlehiyê dike. Heger ku em niha li ser erdnîgariya Kurdistanê biaxivin; li ser erdnîgariya wê şerekî pir giran heye û ev şer jî tê wateya wêrankirina xwezayê.  Ev mînaka herî berbiçav li vê erdnîgariyê tê jiyîn. Beriya her tiştî şewitandina daristanan trajediyeke ku em her sal dijîn. Ji ber ewlehiyê daristan tên şewitandin û talankirin. Lê belê li hemberî vê yekê rêxistinên hawirdorê nerazîbûneke tund nîşan nadin. Rêxistinên hawirdorê û hêzên demokrasiyê yên ku nikarin li dijî şewitandina daristanên Dêrsim û Şirnexê bibin xwedî helwest, dema daristanên ji aliyê şîrketên madenê ve tên talankirin, dibin xwedî helwest. Dema ku heman talan li Îzmîr, Mûgla û Deryaya Reş rû didin dibin xwedî helwest. Divê di serî de ev nêzekatî bê terkkirin. Ev durûtî ye. Û têkoşîneke bi vî rengî encam nagire."    'DIXWAZE VEGUHERÎNE WELATEKE BÊMIROV'   Çepnî, anî ziman ku dewlet di heman demê de li dijî gelê kurd şereke ekolojîk jî daye destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Li erdnîgariya Kurdistanê bendav hene. Dema mirov pirsa bendavan ji dewletê dike dibêje, 'Ez ji bo çandiniyê bendavan çêdikim, ji bo pêdiviyên avê yên bajaran pêk bînim çdikim.' Û ew ji xwe re weke pêdiviyekê rave dike. Lê wan, bajarê 2 hezar salî di bin avê de hiştin. Em dibêjin, ne hewcedariya mirovatiyê û ne jî pêdiviya çandiniyê bi tiştên wisa heye. Van bendavan wekî pêdiviyeke şer çêdikin. Ji ber vê yekê dewlet hewl dide ku avê wekî çek bi kar bîne. Hewl dide daristanan weke amûra şer bi kar bîne û daristanan jê bike. Lê di heman demê de erdnîgariya Kurdistanê tê valakirin. Hewl tê dayîn ku herêmê bi giştî veguherînin herêmeke leşkerî. Rewşa Başûrê Kurdistanê jî ev e. Li wir jî heman perspektîf heman polîtîkayê dimeşîne. Ji aliyekê ve ji bo parastina xwe li qadê şer dimeşîne û di şerê li qadê de jî dixwaze xwezayê û mirovan qetil bike, pergala hawirdorê bi temamî tune bike û veguherîne welatekî bê mirov."    MA/Zeynep Dûrgût-Omer Akin