‘Dixwazin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin' 2022-04-17 09:02:35   AMED - Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Serhat Eren, diyar kir ku tu hêleke hiqûqî ya operasyona duduyan a di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de tune ye û got: "Hewl didin dosyeya ku rûxiyaye bi ruh û can bikin."    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, piştî 8 salan cardin di bin navê lêpirsîna Kobanê de, hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û xebatkarên partiyê jî di nav de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê dabû. Di vê çarçoveyê de, di 12'ê nîsanê de li 13 bajaran bi awayekî hevwext bi ser malan de hatibû girtin û di avaêtina ser malan de 48 kes hatibûn binçavkirin.    Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Serhat Eren, operasyona duyemîn a di bin navê lêpirsîna Kobanê de hat kirin, nirxand.    Eren, bilêv kir ku dosyeya dozê piştî guhdarkirina şahidan rûxiyaye, lê piştî vê dozgerê dosyeyê Ahmet Altûn cardin operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Eren, destnîşan kir ku ji bo HDP derî qada siyasetê bê hiştin mekanîzmayên darazê bi salan e li ser kar in û got, piştî dosye rûxiyayî, vê carê ji bo cardin bi ruh û can bê kirin operasyoneke binçavkirinê hatiye destpêkirin.    Eren, anî ziman ku li AYM'ê doza ji bo girtina HDP'ê heye û operasyona behsa xeberê jî ji bo bandorê li dozê bikin hatiye kirin.   BI HIQÛQÊ NAYÊ RAVEKIRIN   Bi domdarî Eren, bal kişand ser biryara "tu unsûrekî sûcî di xwe de nahewîne" ya DMME'yê ya derbarê Doza Kobanê de û wiha domand: "Ev biryar Tirkiyeyê eleqedar dike û bi vê biryarê re aşkere bûye ku dosye dosyeyeke razber e û bêhincet e û bi biryareke siyasî hatiye amadekirin."    Di berdewamê de Eren anî ziman ku piştî 8 salan derbarê hin mirovên de ku wan wekî musebîbê hin bûyeran dibînin lêpirsîn nedane destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Tew ji bo îfadeyê gazî hin kesan kirine û piştî îfadeyê ew berdane. Lê piştî 8 salan rabûne dibêjin 'wê demê we sûc kiriye'. Tu hêleke vê ya hiqûqî tune ye. Di warê hiqûqa ceza de tu ravekirineke vê yekê tune ye. Lewre operasyon bi temamî operasyoneke siyasî ye. Operasyoneke li hemberî siyaseta kurd, li hemberî HDP'ê ye. Ez bawer nakim ku ev dosye jî bibandor be û dê tu kes nikaribe AYM'ê û raya giştî qaneh bike."    MA / Ergîn Çaglar