Şêx Cengî: PDK’ê biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê xwe 2022-04-16 16:59:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî derbarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “PDK’ê zû de biryar daye ku vî gelî bikin qurbanê hizba xwe.”   Hevserokê Berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî derbarê Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Şêx Cengî da zanîn ku gel, li cem rayedarên hikûmeta Herêmê ne giring e û wiha got: “Desthilata vê Herêmê bi qasî bi razîkirina welatên cîran û dijminên gelê me re mijûlin, ger nîva wê li êş û azarên gel bi pirsiyan wê gel wan himbêz bikira û li ser serê xwe daniban.”   Lahor Şêx Cengî di dewama peyama xwe de wiha dibêje: “Niha em hemû jî dizanin kilîla derbaskirina gelê me ji van pirsgirêkan, tenê Bexdaye. Lê em dibînin desthilata vê Herêmê kom bi kom serdana paytextên welatên cîran dikin. Lê yek car jî ne amadene serdana Bexdayê bikin ku baş dizanin çareserî tenê ew dere.” Di beşek din a peyama xwe de Şêx Cengî PDK’ê rexne dike û dibêje: “Ev demeke min dest ji biraderên PDK’ê berdaye. Ji ber ku wan zû de biryar dane, vî gelî bikin qurbanê hizba xwe.”   Di dawiya peyamê de jî Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê û Tevgera Goran re jî wiha dibêje: “Hun her du jî şirîkên vê hikûmraniyê ne. Ez dibêjim gelo hun qet fikra ceribandina gel dikin? Ji ber ku hun niha di jêr ceribandinek zehmet de ne. Ger piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê û peyama wezareta neftê ya Iraqê a ji bo hikûmeta Herêmê, hun jî wek PDK’ê israr bikin ku gaza xwezayî jî wek neftê lêkin, bizanin kesê yekem li dijî we raweste wê ez bim. Tu demê nabe ku boriya dawî ya nefesa gelê me, dibin navê aboriya serbixwe de radestî dijminên gelê me bê  kirin.”