ÎHD’ê aqûbeta rewşenbîrên ermen pirsî 2022-04-16 16:14:37   ÎZMÎR - ÎHD’a ku aqûbeta rewşenbîrên ermen ên beriya 107 salan li Stenbolê di bin çavan de hatin windakrin pirsî, wiha got: “Înkarkirin berdewama sûc e. Hemû sûcên mirovahiyê ku li ser van axan hatine kirin qebûl bikin û dawiyê li înkarkirinê bînin.”   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li pêş Konaka Kevin a Sumerbankê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta ermenên stenbolî ku di 24’ê Nîsana 1915’an de ji malên xwe hatin binçavkirin û careke din venegeriyan pirsîn. Di daxuyaniyê de pankartên “Windarkirî wijdan in lê xwedî derkeve” û “Faîl diyar in windakirî li ku ne” hatin vekirin. Metnê daxuyaniyê Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn xwend.    ‘ÎNKARKIRIN BERDEWAMA SÛCAN E’   Încîn, rewşenbîrên ermen ên Stenbolî ku di 24’ê Nîsana 1915’an de ji malên xwe hatin binçavkirin û careke din venegeriyan bi bîr anîn û bi bîr xist ku 250 ermen bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê hikumeta îttîhat terakkiye hatibûn binçavkirin. Încîn ê çîroka windakirina ermenan vegot, wiha axivî: “Em weke parazvanên mafên mirovan li her çar aliyên Tirkiyeyê bi salan e qîr dikin. Tu sûcên mirovahiyê di paş de namînin. Sûcên li dijî mirovahiyê tên înkarkirin û hesaba wan nayê dayîn, kevneşopiya dewleta kûr û tundiya dewletê dide berdewam kirin. Înkar binpêkirina mafên mirovan a herî berfireh e. Hemû sûcên mirovahiyê ku li ser van axan hatine kirin qebûl bikin û dawiyê li înkarkirinê bînin.”   ÊLIH    Xizmên Windakiriyan ên li Êlihê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev jî Alî Îhsan Dagli ê di 14’ê Nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê Farqîna Amedê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatin girtin pirsîn. Endamê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî yê daxuyanî da wiha got: “Dema Dagli di bin çavan de bû wêneyên wî di rojnameyan de hatin weşandin lê hemû hewldanên ÎHD’ê û malbata wî bê encam man. Bersiva dewletê ya ‘me negirtiye, li cem nîne’ qet nehat guhertin. Her çiqas bêjin ku kesên winda bûne ne di serdema wan de ne jî baş tê zanîn ku berpirsiyariya vî karî di beşeke diyar de ye.”