Li Edeneyê di serdegirtina malê de 2 polîs birîndar bûn 2022-04-16 14:35:15   EDENE - Li navçeya Yuregîrê polîsan xwest ku Suleyman Işik ê ji ber sûcekî edlî derbarê wî de biryara girtinê hebû binçav bikin. Di encama gule berdana Işik 2 polîs birîndar bûn û Işik hate binçavkirin.    Li Taxa Bahçelîevler a girêdayî navçeya Yuregîr a Edeneyê polîsan bi îdiaya bazirganiya tiryak û çekan dike bi ser mala Suleyman Işik ê derbarê wî de biryara girtinê hebû girtin. Işik, gule berdan polîsên ku ji bo binçavkirina wî ketin malê. Di encama gule berdana Işik de 2 polîs birîndar bûn.    Li ser vê yekê gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsan Işik ê revî û xwe veşart ji cihê xwe lê veşart girtin û binçavkirin. Polîsan di heman demê de avê Işik Ahmet û birayê wî Îbrahîm Işik jî li malên ku lê dijîn binçavkirin. Polîsên ku di bûyerê de birîndar bûn tên dermankirin.