Zarokê ku tizbî hejand di serdegirtina polîsan de hate binçavkirin 2022-04-16 12:18:06   TÊKÎRDAG - Hate îdiakirin ku li navçeya Çorlûyê ji ber zarokekî 15 salî di serdegirtina malê de li hemberî polîsan tizbî hejandiye, hatiye binçavkirin.    Li navçeya Çorlû ya Tekîrdagê Serhat Oran (26) û zarokê bi navê E.O. (15) duh bi serdegirtina malê ya polîsan hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku Serhat Oran ji ber cezayê wî yê hefsê hatiye pejirandin hatiye binçavkirin. E.O. yê bi îdîaya ji ber tizbî hejandine hatiye binçavkirin jî di heman rojê de hate berdan. Serhat Oran jî li edliyeya hate sewqkirin hate girtin û şandin girtîgehê.    Malbatê diyar kir ku ji ber di dema serdegirtina polîsan de di destê zarokî de tizbî hebûye û li cem polîsan axiviye hatiye binçavkirin.    Ji malbata Oran Abdûllah Oran ê 80 salî jî dîsa ji ber cezayê wî yê hefsê yê hatiye pejirandin beriya mehekê hate girtin.