Roger Waters bo ku gîtara xwe bide hunermend Nûdem tê Tirkiyeyê 2022-04-16 11:04:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Damezrînerê koma Pink Floyd muzîkjen Roger Waters, ji bo ku gîtara xwe diyarî hunermenda kurd Nûdem Dûrak a girtî bike tê Tirkiyeyê.    Stranbêja kurd Nûdem Durak ku niha 33 salî ye 19 sal cezayê hepsê lê hatiye birîn. Ceza bi hêceta du dozên cuda ku bi kurdî strî ye lê hatiye birîn. Di girtîgehê de nexweşiya Graves (guatra bijehrî) li Durak peyda bûye. Tê gotin ev nexweşîn dê xesarê bide dengê Nûdemê. Endamê koma muîkê Pink Floyd a navder Roger Waters,  John Kusack ê lîstikvan û nivîskarê Amerîkî, lîstikvan Mark Ruffalo, feylesof Angela Davis ku navdarên cîhanê ne ji bo Nûdemê kampanya dabûn destpêkirin û banga berdana wê kiribûn. Zimanzanê navdar ê cîhanê Noam Chomsky jî ji bo Nûdemê diyar kiribû ku cezayê lê hatiye birîn neheqiya herî mezin e.    Waters ê ji bo Nûdemê kapmanya azadiyê dabû destpêkirin, tê Tirkiyeyê. Xwişka Nûdemê, Fîrdevs Dûrak ragihand ku endamê komîteya kampanya azadiya ji bo Nûdemê Waters di rojên pêşiya me de ji bo ku gîdara xwe diyarî Nûdemê bike dê bê serdana Tirkiyeyê.    Waters yek ji gîtarên xwe ji bo diyarî Nûdem bike jî şandibû girtîgehê lê belê girtîgehê gîtarê paş de zivirandibû. Vê carê wê Waters ji bo gitara xwe diyarî bike bê Tirkiyeyê.