Li Cizîrê li ber çavê rayedaran Çemê Dîcleyê tê talankirin! 2022-04-16 10:58:05   ŞIRNEX - Welatî bi traktoran li ber çavên rayedaran kavilên avahiyan tînin dirêjin Çemê Dîcleyê.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, hin welatî bi traktoran, kavilên avahiyan tînin dirêjin Çemê Dîcleyê. Traktorên ku di nava Parka Sûrdîbî ya aydê Şaredariya Cizîrê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, re derbas dibin, kavilên avahiyan lê barkirî bê ser û ber tînin li qeraxê çem vala dikin. Kavilên ku li noxteya sûrên dîrokî yên Birca Belek û çem digihin hev tên rijandin, ji bo jiyana zîndewarên di avê de jî dibe talûkeyek mezin. Ev kavilên ku li peravê çem tên valakirin, xweşikiya xwezaya derdorê jî xera dike û dibe sedema dîmenek nexweşik. Tevî ku ev yek li ber çavên rayedaran tê kirin jî heta niha kesî dengê xwe nekiriye.