Girtiyê bi tayê dikeve xistine hucreyê 2022-04-16 09:05:06   MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Fevzî Fîdan ku nexweşîna epîlepsiyê pê re ye û çavên wî baş nabînin, piştî ku cezayê lê hatibû birîn hatiye pesendkirin ew xistine hucreyê.    Cezayê muebeda giran li girtiyê nexweş Fevzî Fîdan ê nexweşîna epîlepsiyê pê re heye hatiye birîn. Fîdan ku di sala 2016'an de bi angaşta ku tevli çalakiyeke çekdarî bûye hatiye girtin, di Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de ye. Ji xeynî nexweşîna epîlepsiyê, kîst di pişta wî de heye û çavên wî jî baş nabînin. Fîdan ku tim bi tayê dikeve, heya meha borî jî bi alîkariya hevalên xwe li ser pêyan bûye, lê piştî ku cezayê lê hatiye birîn hatiye pesendkirin îdareya girtîgehê ew xistiye hucreyê.    Ji ber ku dê û bavên Fîdan tevli nava PKK'ê bûne, dapîra wî Rahîme Fîdan serdêra wî ye. Rahîme Fîdan jî ji ber ku nexweş e û ji ber ku neviyê wê di girtîgeheke dûrî wê de ye, nikare biçe girtîgehê cem neviyê xwe. Rahîme Fîdan, destnîşan kir ku rewşa neviyê wê nebaş e û heya niha 3 caran bi Covîd-19'ê ketiye. Dapîr Fîdan, bilêv kir ku heya niha neviyê wê ji ber ku li cem hevalê xwe bûye karibûye li ser pêyan bisekine, lê niha ji ber ku bi tena serê xwe di hucreyê de ye nikare bi tena serê xwe lazimatiyên xwe peyda bike.    Rahîme Fîdan, bilêv kir ku neviyê wê di hevdîtina dawî de ya bi telefonê, bang kiriye ku her kes xwedî li girtiyan derkeve û got: "Got, 'Rewşa girtiyan nebaş e, divê heyetek bê girtîgehê.'" Rahîme Fîdan, destnîşan kir ku ew û hevjînê xwe ji ber tenduristiya xwe nikarin biçin girtîgehê û got: "Wî bianiyana girtîgeheke nêzî me, Mêrdîn an jî Amedê, em ê karibûna biçûna cem wî."