Beştaş bertek nîşanî lêpirsîna Kobanê da: Di dosyayê de ‘sextekarî’ kirin 2022-04-16 09:04:33   AMED - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî binçavkirina 48 kesên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatine binçavkirin da û got: “Dozgerê lêpirsînê di dosyayê de ‘sextekarî’ kir û operasyoneke nû ya binçavkirinê da destpêkirin.”     Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê”, hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xebatkarên şaredariyan jî di nav de derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê da. Di çarçoveya biryarê de polîsan Amed, Wan, Edene û Stenbol jî di nav de li 13 bajaran bi ser gelek malan de girt û 48 kes binçav kirin. 48 kes ev 5 roj in di bin çavan de ne.    Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî binçavkirinên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” daxuyaniyek da û bertek nîşan da.      OPERASYONA TOLHILDANÊ    Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî binçavkirinan da û wiha got: “Dewletê li ser navê DAIŞ’ê operasyona tolhildanê kir. Îdiaya dozgerê lêpirsîna Doza Kobanê Ahmet Altûn ku dibêje ‘di rêxistiniya malî ya bûyerên Kobanê de cih digirin’, îdiayeke vala ye. Çalakiyên piştevaniyê yên bi Kobanê re ne tenê li Tirkiyeyê lê li her çar aliyên cîhanê hatin kirin. Dozgerê lêpirsînê di çarçoveya dosyayê de ‘sextekarî’ kiriye û wisa jî operasyon daye destpêkirin. HDP çima niha tê darizandin? Di esasê xwe de tenê ji ber twîtekê tê darizandin. Di wê twîtê de jî banga piştevaniyê kiribû.”   ‘DOZ VALA DERKET LEWMA DEST BI OPERASYONÊ KIRIN’    Bi domdarî Beştaş anî ziman ku jixwe lêpirsîna Kobanê didomiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ev tişt diqewimîn, qet hewcehî pê nedît ku sextekariya xwe veşêre. Kesek bi sûcekî dikare carekî were darizandin. Bi hinceta sorkirinê doz vekiribûn. Anku dibêjin; ‘we bi wê twîtê gel sor kir.’ Doza duyemîn bi muebbeta giran vekirin. Lê hemû delîlên di vê dozê de di destê wan de teqiyan. Delîlên wan sexte ne, îdiayên wan bêbingehin û li gorî Hiqûqa Ceza ya Tirk jixwe nikarin vê dozê vekin. Lewma em dibêjin sextekariyê dikin. Dozgereke taybet ê bi navê Ahmet Altun peywirdar kirine ku yê biryara operasyona duyemîn dayî jî ew e. Tenê belgeyek jî di destê wan de nîne ku HDP’ê weke berpirsyar nîşan bidin. Hemû şahid tên jê re dibêjin; ‘giliyeke me nîne we çima bangî me kiriye?’ Piştî ku doz di destê wan de teqiyayî, vêcarê jî dest bi vê operasyonê kirin.”    ARMANC, GIRTINA HDP’Ê YE    Beştaş, got ku sedema mirinên di protestoyên Kobanê de gotina Erdogan a ‘Vaye Kobanê ket, dikeve” ye û wiha bi dawî kir: “Ji destpêka dozê heta niha hewl didin bingeheke girtina HDP’ê amade bikin. Jixwe Erdogan jî piştî biryara DMME’yê gotibû; ‘em biryarên wan pêk nayînin û dê gavekî dijber biavêjin û vî karî bi dawî bikin.’ Anku ev operasyon bi destê desthilatdariya siyasî ve hatiye kirin. Dizanin ku nifteya hilbijartinê di destê HDP’ê de ye. Lewma bi êrişên xwe hewl didin bêbandor bikin. Her wiha berdewamiya Plana Têkbirinê ye ku ji sala 2015’an heta niha di meriyetê de ye. Dê êrişên wan hêj jî bidomin. Ji ber ku êdî dawiya wan tê û hewl didin emrê xwe dirêj bikin. Lê çi dikin bila bikin dê HDP xwe li ser pêyan bigire.”