Partiya Saadetê bû mêvanê 'Sifreya Edaletê' ya malbata Şenyaşarê 2022-04-15 20:11:04   RIHA - Serokê Partiya Saadetê yê Rihayê Mûstafa Niyazî Yilmaz ku li ber Edliyeya Rihayê bû mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê got: "Ma ev qas zilm dibe? Dînê dewletê edalet e. Divê edalet pêk bê."    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 403'yan de didome. Îro Serokatiya Partiya Saadetê ya Rihayê bû mêvanê "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.   Beriya fitariyê Serokê Partiya Saadetê yê Rihayê Mûstafa Niyazî Yilmaz têkildarî têkoşîna malbatê axivî û got: "Mele azan dide, wexta fitariyê ye. Îstismara vê nabe. Ger li welatekî zilm hebe, ew welat îfleh nabe. Malbatek tarûmar bû, zilm hat kirin, ferda wê malbatê, dayika me, daye dû edaletê. Doza torpîlekê yan jî îmtiyazekê nake. Dixwaze edalet pêk bê. Ev li ber çavê her kesî tê kirin. Evdekî xwedê jî tune ye ji bo pkanîna edaletê. Ma ev qas zilm dibe? Dînê dewletê edalet e. Divê edalet pêk bê. Ger edalet tune be, em ê nikaribin çavên xwe vekin. Ger edalet tune be, dê li welêt neheqî çêbibe. Demildest divê edalet pêk bê."    Piştî azanê bi hêviya edaletê rojî hat şikandin.