Rojnamevan Esen ê di binçavan de bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî 2022-04-15 19:12:42   AMED – Li Amedê rojnamevan Kadrî Esen jî di nav de herî kêm 66 kes hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn ku dê sibê îfadeya kesên hatine binçavkirin bê girtin.    Îro danê sibehê di çaçroveya lêpirsîna Serdozgerkiya Komarê ya Amedê de polîsan bi awayekî hevwext avêtibû ser gelek malan. Hat hînbûn ku ji ber Newrozê derbarê 105 kesan de lêpirsîn hatiey destpêkirin û ji van kesan 66 kes hatine binçavkirin. Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Alî Koçer jî di nav kesên hatine binçavkirin de ne.    Parêzer çûn midûriyeta polîsan û hevdîtin bi kesên binçavkirî re kirin. Parêzerên ku hevdîtin bi rojnamevan Esen û Koçer re kirin, ragihandin ku rewşa kesên hatine binçavkirin baş e û dê sibê dest bi îfadeya wan bê kirin.    Ji kesên hatine binçavkirin navê 57 kesan ev in: “Abdulvasîh Çelîk, Arzu Oruç, Bahar Avci, Bunyamîn Yilmaz, Cîhat Turkekul, Davut Kurt, Delal Aslan, Denîz Aksîn, Dîlara Donmuş, Dogan Tarhan, Ethem Tokak, Faruk Azarkan , Ferhat Dîrî, Haliya Çelîkkiliç, Hamza Aktaş, Hasan Çelîk, Huseyîn Çapli, Îbrahîm Polat, Înanç Mutlu, Kadrî Esen, Kemal Guzel, Kerem Uçak, Kudret Varli, Leyla Çakil, Leyla Ersoz, Leyla Varli, Mehmet Alî Yuce, Mehmet Çadirci, Mehmet Ekîncî, Mehmet Kiliç, Mehmet Şaban Karakaş, Mehmet Şah Pinar, Mehmet Yilmaz, Mîr Alî Koçer, Mehmet Furkan Çankara, Mûrat Çetîn, Mûrat Kiliç, Mûstafa Adanir, Naşîde Polat, Nûjiyan Baysal, Orhan Ekîn, Ramazan Îz, Ramazan Ozgezîcî, Rozalîn Acar, Serdal Karataş, Serhad Şan, Sevîm Kahramaner, Suleyman Can, Şahîn Guzel, Şivan Ayazgul, Yakup Serhat, Yildiz Okta, Ulaş Yarar, Yilmaz Yavuz û Yunus Yunca.”