Karabaş ê hatibû îşkencekirin cara 3’yemîn hate binçavkirin 2022-04-15 17:01:11   ÊLIH - Yahya Karabaş ku eskeran li gundê Timoqê îşkence lê kiribûn, cara 3’yemîn hate binçavkirin.    Yahya Karabaş ê leşkeran li gundê Timoq ê navçeya Hezoya Êlihê kîs xistibûn serê wî û di bin çavan de 4 rojan îşkence lê kiribûn, cara sêyemîn hate binçavkirin. Karabaş ê bi hêceta ku di dosya wî ya lêpirsînê de delîlekî nû hatibû dîtin, di 11’ê Nîsanê de cara duyemîn hatibû binçavkirin, bi parêzera xwe Bahar Demîr re ji bo îfadeyê bide çûbû Fermandariya Cendermeyan a Êlihê û piştî bi îdiya “endamtiya rêxistinê” derxistibûn edliyeyê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    Karabaş ê îro ji bo sepanên şertên kontrola edlî çû Miduriyeta Polîsan a Êlihê, careke din hate binçavkirin.