Leşker nahêlin koçer li Şirnexê pezê xwe ji tunelê derxînin 2022-04-15 16:09:57   ŞIRNEX - Leşkerên artêşa tirk 4 hezar û 500 pezên koçberan xistin tunela di navbera Şirnex û Cizîrê de û nahêlin ku koçber pezê xwe derxînin û biçin zoman.   Koçerên ku ji Êlihê dixwestin biçin zozanên Çemêkarê ya Sêrtê, ev du roj in di tunela di navbera Şirnex û Cizîrê de tên sekinandin. Koçeran da zanîn ku 4 hezar û 500 pezê wan niha di tunelê de ma ye û leşker destûrê nadin ku pezê xwe derbas bikin.    Bi domdarî koçeran diyar kir ku di van 2 rojan de nêzî 20 pezên wan telef bûne û Walîtiya Şirnexê bi hinceta ‘Herêma biewle’ nahêle pezê wan derbas bibe.    Koçer, li bendê ne ku destûr bê dayîn da ku pezê xwe ji tunelê derxînin û biçin zoman.