Îşkence û mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê li pêş ATK’ê hatin şermezarkirin 2022-04-15 15:02:07   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re, têkildarî mirin û îşkenceya li Sîlîvriyê pêk hatibû çalakiyek li dar xist. Înîsiyatîfê di çalakiyê de darbesta bi xwîn danî pêş ATK’ê û bûyer şermezar kir.    Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re mirina di encama îşkenceyê de li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê çêbû û îşkenceya neçarî întîharkirinê li pêş Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê şermezar kir. Endamên înîsiyatîfê weke sembolîk darbesta bixwîn danîn pêş avahiya saziyê.    Endamên înîsiyatîfê ku di derketina metroyê de hatin gelhev, bi darbestê vala yê bi xwe re anîn, danîn ser milên xwe heta pêş ATK’ê meşiyan. Endamên înîsiyatîfê dema meşê de dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” , “Bila zindan hilweşin, ji girtiyan re azadî” berz kirin. Endamên înîsiyatîfê pişt re weke temsîlê xwînê boyeyê sor rijandin ser darbestê.    FERHAN YILMAZ Û GARÎBE GEZER   Çalakvanan diyar kirin ku darbest ji bo ku balê bikişînin ser Ferhan Yilmaz ê li Girtîgeha Sîlîvriyê beriya were berdan du rojan bi îşkenceyê hate qetilkirin û Garîbe Gezer anîne.    3 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Berdevkê Înîsiyatîfê Ertan Çita, endamên wê Hidir Sabûr û Abdulmelîk Yalçin ku polîsan dorpêç kiribûn hatin binçavkirin.