10 girtiyên ku li Sîlîvriyê hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin 2022-04-15 13:00:42   STENBOL - 10 girtiyên ku li Girtîgeha Sîlîvriyê di encama îşkenceyê de hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatin kirin.    Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan di 6’ê Nîsanê de bi ser qawîşa girtiyên edlî tê de bûn girtibûn ew îşkence û neçarî întîharê kiribûn. Li ser vê yekê Şandeya Şopandina Girtîgehên Herêma Marmarayê di 14’ê Nîsanê de serdana girtîgehê kir.    Şandeya ragihand ku 10 girtiyên ku hewl dabûn întîhar bikin sewqî 10 girtîgehên cuda hatine kirin. Şandeya diyar kirin ku di encama hevdîtinan de hîn bûne ku girtî sewqî Girtîgehên Tîpên T ên Karabuk, Akhîsar, Bolû, Duzce, Manîsa, Salîhlî Manîsa, Tavşanli Kutahya û Girtîgehên Tîpên T yên hejmarên 1’an û 2’yan ên Îzmîrê hatine kirin.