Girtiyê 70 salî Harmanci nikare sexbêra xwe bike 2022-04-15 10:19:14 ERZIROM - Girtî Abdûlbakî Harmanci ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tê ragirtin û gelek nexweşiyên wî hene, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nikare sexbêra xwe bike.    Li navçeya Kanîreş a Çewligê di sala 2014’an de 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çewligê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Abdûlbakî Harmanci yê 70 salî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîbû. Li ser Dadgeha Bilind cezayê li Harmanci hatibû birîn pejirandibû, di 25’ê Nîsana 2021’an de hate girtin. Harmanci yê ku piştî demekê li Girtîgeha Mûşê hat ragirtin, di 20’ê Adarê de sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hate kirin, pirsgirêkên tenduristiyê yên giran dijî. Harmanci hem ji ber temenê xwe hem jî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare sexbêra xwe bike.    ATK’Ê BÊYÎ TETKÎKAN BIKE RAPOR DA   Ferît Harmanci, bi lêv kir ku ji ber îfadeya şehidekî veşartî ceza li bavê wî hatiye birîn û wiha got: “Bavê beriya demekî kurt ji nişka ve aciz bû û ji aliyê bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê ve sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê hate kirin. Pişt re ATK’ê derbarê bavê min de tu kirarî nekirin. ATK’ê bêyî ku tetkîkekê bike rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da bavê min û paşve şand girtîgehê.    DI QEPAXÊ WÎ YÊ DIL DE RIZÎN HEYE   Harmanci, bi lêv kir ku bavê wî di dawiya meha Adarê de beyî daxwaza wî sewqî Erziromê hatiye kirin û pirsgirêkên ku bavê wî dijî wiha vegotin: “Bavê min emeliyata dil a vekirî bûye. Di mîdeyê wî de birînên giran hene û di qepaxê wî yê dil de rizîn heye. Çavekî wî nabîne. Di lingê wî yê rastê de varîs heye û guhên wî baş nabihîzin. Behna wî kurt dibe. Ne pekane ku mirovekî 70 salî bi van nexweşiyan li girtîgehê sax bimîne. Mirovekî ku evqas nexweşiyên wî hene çawa dikare di girtîgehê de were girtin û ATK rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dide wî. Em dixwazin hefsa malê bidinê.”