Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin 2022-04-15 08:34:01   AMED - Li Amedê polîsan bi ser malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes binçav kirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de saetên serê sibê bi awayekî hewwext bi ser gelek malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes binçav kirin. Hate hînbûn ku di lêpirsîna bi hêceta Newrozê hatiye destpêkirin de derbarê 57 kesan de biryara binçavkirinê heye.    Di nav kesên hatine binçavkirin de Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Alî Koçer jî hene. Kesên hatine binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.