'Li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene’ 2022-04-14 16:46:40   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay çû serdana malbatên di çalakiya Nobeta Edaletê de. Kemalbay, polîtîkaya li girtîgehan weke “cezayê fîîlî yê îdamê” pênase kir û got ku li girtîgehan sepanên 12’ê Îlonê hene.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 45’an de berdewam kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê Serpîl Kemalbay û endam û rêveberên HDP’a Îzmîr û navçeya Bornovayê çûn serdana malbatan.    'SEPANÊN 12’Ê ÎLONÊ’    Parlamenter Serpîl Kemalbay di çalakiyê de got ku zext û sepanên li girtîgehan mîna sepanên 12’ê Îlonê ne û wiha domand: “Îşkenceya li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibe. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Ji bo ku zexta li girtîgehan girantir bikin, zexta li ser civakê zêdetir dikin û hewl didin bitirsînin. Lewma divê raya giştî ya demokratîk xwedî li dayikan derkeve. Hikûmetê bi polîtîkaya xwe ya li dijî girtiyên nexweş re cezayê îdamê bi awayekî fiîlî xistiye meriyetê. Em ê vê qebûl nekin.”    'HIQÛQA DIJMINATIYÊ’    Bi domdarî Kemalbay rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a derheqê girtiyên nexweş de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Bi heman rengî nêzî girtiyên edlî jî dibin. Em baş dizanin ku ji ber îşkence û destdirêjiyê Garîbe Gezer ber bi întîharê ve birin. Her wiha tevî raporên ATK’ê jî girtiyên nexweş nayên berdan. ATK’ê bi raporên mîna yên hêzên ewlekariyê rê li ber berdana Aysel Tugluk digire. Bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin.”    'DIVÊ BÊN BERDAN’    Piştre Hevseroka HDP’a Bornovayê Behîce Kiliç axivî û ev tişt anî ziman: “Dayik, ji bo berdana zarokên xwe têdikoşin. Ev, çalakiyeke gelek watedar e. Girtî, li girtîgehan bi îşkenceyê tên qetilkirin. Her wiha tevî ku nexweşin û cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Divê girtiyên cezayê wan xelas bûyî û yên nexweş di zûtirin dem de bên berdan.”