Îstînafê cezayê Ozgur Gundemê erê kir 2022-04-14 15:48:35 STENBOL - Îstînafê 20 sal û 10 meh cezayê hefsê ku li rojnamevanên ji doza sereke ya Ozgur Gundemê dihatin darizandin hatibû birîn erê kir.    Danişîna biryarê ya doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundem a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin di 15’ê Sibatê de li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hatibû lidarxistin. Li Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar Înan Kizilkaya, Gerînendeya Weşana Giştî ya Nobedar Eren Keskîn û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya bi îdiayên “Xerakirina yekitî û yekparêbûna dewletê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi komî 20 sal û 10 meh cezayê hefsê hatibû birîn. Serdozgerê Komarê yê Stenbolê ku cezayê hatiye dayîn kêm dît, îtîrazî biryarê kiribû û xwestibû ku bersûc ji her sûcdariyên di îdianameyê de cuda cuda bên cezakirin. 27’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Stenbolê ku îtîraza dozger di cih de nedît, serlêdan red kir.    Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Stenbolê 20 sal û 10 cezayê bi komî li rojnamevanan hatibû birîn, erê kir.    Di danişîna 15’ê Sibatê de hatibû dîtin de bi îdîayên “Xerakirina yekitî û yekparêbûna dewletê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibû xwestin ku Sancili, Kizilkaya û Keskîn bên cezakirin. Dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh li Keskîn û Sancilî ji îdîaya “propagandaya rêxistinê” jî 2 sal û mehek cezayê hefsê li Kaya birîbû.