Nobeta Edaletê ya Stenbolê: Em zarokên xwe dixwazin 2022-04-14 15:48:07   STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di hefteya 4’emîn de li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê berdewam kir. Polîsan êrişî malbatan kir, dayik derb kirin û piştre jî binçav kirin.    Malbatên girtiyan ji bo berdana xizmên xwe yên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di hefteya 4’emîn de li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Alî Kenanoglu û Zeynel Ozen beşdarî çalakiyê bûn. Dema dayik hatin pêşiya edliyeyê, polîsan pêşiya wan bi barîkatan girt û xwestin çalakiyê asteng bikin. Sedema astengkirinê jî biryara qedexeya çalakiyan a ji bo mehekê ya Qeymeqamtiya Bakirkoyê nîşan dan. Li ser vê yekê parlamenter Alî Kenanoglu got ku ew mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin û kesek nikare vî mafî asteng bike.    DAYIK HATIN BINÇAVKIRIN    Piştre, malbatên girtiyan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Malbatan bi van gotinan bertek nîşanî astengkirinê dan: “Em naxwazin zarokên me bimrin. Em dayik in. Bila zarokên me bên berdan. Em zarokên xwe dixwazin.” Di vê navberê de rageşî derket û ji xizmên girtiyan Fînce Akman û Cemîle Karakaş hatin derbkirin û binçavkirin.    LI PÊŞIYA EDLIYEYÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ   Di vê navberê de Kenanoglu got: “Li girtîgehan, girtî bi awayekî derqanûnî terkî mirinê tên kirin. Yên beriya we çawa hesab da bin, hûn jî dê hesab bidin. Mirov, li girtîgehan di bin parastina desthilatdarî û dewletê de dimirin. Ev, cezayê îdamê ye. Gelo ma bi vê daxuyaniyê re dewlet parçe bû yan jî xera bû? “Balkêşe ku li ser vê gotinê polîsan got; “Ez dewlet im.”    Parlamenterên HDP’ê banga berdana dayikan kir û heta demekî çalakiya rûniştinê li dar xistin.