Li Dîlokê 4 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir 2022-04-14 15:15:26   DÎLOK - 4 girtiyên li Girtîgeha Islahiyeyê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan ên rast tên, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Parêzerên wan serî li ÎHD’ê dan.    Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hiccet Umui yê Rojhilatî ku li Girtîgeha Islahiye ya Dîlokê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan ên rast tên dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.    Parêzerên Îlhamî Îşçî ku di 12’ê Nîsanê de pê re hevdîtin kirin, têkildarî tiştên diqewimin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dan. Parêzeran diyar kir ku Îşçî beriya demekî kurt bêyî daxwaza xwe ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Islahiyeyê hatiye kirin û binpêkirinên mafan ên girtî lê rast tên ragihandin.    Binpêkirinên mafan ên girtiyan bi rêya parêzerên xwe ragihandin wiha ne: “Di ketina girtîgehê de bi darê zorê bi awayekî tazî li me geriyan. Di hejmarên rojane de bi awayekî leşkerî li ser piya û bi deng hejmarê li me ferz dikin. Di çûyîn û hatine hevdîtinan û axaftina bi telefonan de bi rêza leşkerî me didin meşandin. Dema em hejmarê di pergala eskerî de pêk neînin tundiya fîzîkî li me dikin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên din diqewimin li girtîgeha me zêdetir in.    Parêzeran wekî din diyar kirin ku ji ber Îşçî li dijî binpêkirinên mafan derketiye “bi awayekî dij hiqûqî” 6 rojan cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Parêzeran dan zanîn ku ji ber hevdîtina girtiyan a bi rêveberiya girtîgehê re, bi daxwaza bidawîkirina binpêkirina mafan kir, encameke erênî derneket; Îlhamî Îşçî, Ûgûr Urun, Zennar Demîr û Hiccet Umui di 6’ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem/bêdorveger kirine.   ‘WEKE ROJIYA MIRINÊ DIDOME’   Parêzeran diyar kir ku di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê ku berdewam dike de rêveberiya girtîgehê tiştên weke şekir, xwê û lîmon zarûrî nedane girtian û çalakiya greva birçîbûnê weke “rojiya mirinê” berdewam dike.    Parêzeran ji bo binpêkirinên mafan ên tên jiyîn bên çareserkirin serî li ÎHD’ê dan û xwestin ku ji bo binpêkirinên mafan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bên kirin.    Hat hînbûn ku wê rêveberên Şaxa ÎHD’a Dîlokê di rojên pêşiya me de têkildarî binpêkirinên mafan ên tên jiyîn wê ji rêveberiya girtîgehê re daxwaza hevdîtinê bikin.