Derbarê 3 rêveberên DÎAYDER’ê de doz hate vekirin 2022-04-14 14:46:56 STENBOL - Derbarê 3 kesên ku di nav de Serokê DÎAYDER’ê Ekrem Baran jî heye bi îdîaya “Peywîra xwe xerab bikaranîne” doz hate vekirin.     Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, derbarê serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) Ekrem Baran ê girtî, hesabgir Riza Ogûr û serokê berê Mehmet Şîmşek de bi îdiaya “Peywîra xwe xerab bikaranîne” doz vekir.    Di îdianameya hatiye amadekirin de hate diyar kirin ku di kontrolkirina mufettişan de qeydên ku divê di lênûska qeyda evrakan a bi dîroka 22’yê Gulana 2009’an a DÎAY-DER’ê û lênûska hesabgirtinê de hebin, cih negirtine. Di rapora ku ket dosyaya lêpirsînê de hat gotin ku belgeyên komeleyê kêm in, pereyên hatine bexşkirin di qaseya komeleyê de nebûne, tu belgeyên cihê pere lê hatiye xerckirin nehatiye dîtin. Di îdîanameya ku hate diyar kirin li dijî Qanûna Komeleyan mûxalefet kirine û “Peywîra xwe xerab bikar anîne” ji Serokê Komeleyê Ekrem Baran, Serokê Berê yê Komeleyê Mehmet Şîmşek û hesabgir Riza Ogûr re ji salekê heta 7 salan daxwaza cezayê hefsê hate kirin.