20 kesên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe dabûn hatin berdan 2022-04-14 11:19:42   SEMSÛR - 20 şêniyên taxê ku ji bo li dijî kana mermeran a li bajaroka Komirê li ber xwe dabûn, hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    20 şêniyên Taxa Malê Berdih a girêdayî bajaroka Komir a Semsûrê ku ji bo li dijî kana mermeran a ji aliyê şîrketa madenvanî ya MEDOS’ê ve tê plankirin ku li taxê were çêkirin li ber xwe dabûn, duh hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Pêşiya welatiyên ku xwestin biçin qada ku xebatên rê lê tên kirin di roja 8’emîn a çalakiya wan de di derketina taxê de ji aliyê cendermeyan ve hatin girtin û hate diyarkirin ku ketina qada xebatê qedexe ye. Şêniyên taxê ku cendermeyan ji wan re gotin ‘Ev kar xelas bûye, rapora ÇED’ê hatiye wergirtin herin mafê xwe li cihekî din bigerin’ û astengkirin ji şiverêyan re xwe gihandin qada ku kepçe lê dixebitin û xebat dan sekinandin. Di vê navberê de cendermeyan êrişî şêniyên taxê kir û 20 şênî hatin binçavkirin.    20 kesên ku birin Fermandariya Cendermeyan a Komirê piştî kirariyên wan hatin temamkirin duh bi şev hatin berdan. Li aliyê din hate diyarkirin ku wê berxwedana şêniyê taxê îro jî bidome û şandeyeke ku hatiye diyarkirin dê bi Waliyê Semsûrê re hevdîtinê bike.