Rojnamevanên kurd: PDK, demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde 2022-04-14 09:21:44 WAN - Rojnamevanan bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî operasyona derveyî sînor ku tê gotin dê PDK tevî Tirkiyeyê daxilî nava van operasyonan bibe û xwestin, PDK demildest dev ji vê helwesta xwe berde.    Operasyona Tirkiyeyê ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsana 2021'ê ve didome. Niha jî tê gotin ku di hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de biryara operasyonek nû hatiye girtin. Her wiha nêzî mehek e jî esker ber bi sînor ve tên şandin. Rojnamevanên li her çar perçeyan armanca operasyonê û helwesta PDK'ê ji ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    ‘ROLEKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA KURD'   Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFD) Serdar Altan, destnîşan kir ku di warê çareserkirina meseleyên di navbera kurdan de roleke girîng dikeve ser milê çapemeniya kurd û ji bo yekîtiya neteweyî divê peywireke diyarker hilgire ser milê xwe. Altan got: "Ji bo çareserkirina meseleyên di navbera kurdan de ewilî pêdivî bi pêwendiyeke tekûz heye. Di vî warî de roleke girîng dikeve ser milê çapemeniya Kurdistanê û divê çapemenî peywira xw ebîne cî. Her wiha ji bo ku kurd jî xurt bibin divê bi yek bin. Tekane rêya bidestxistina statuyê yekîtiya neteweyî ye. Ji bo vê jî roleke girîng a çapemeniay Kurdistanê heye. Çapemenî dikare pêwendiyeke baş deyne di navbera hêzên kurd de."    BERJEWENDIYÊN MALBATÎ   Altan, diyar kir ku PDK ji ber polîtîkayên xwe yên şaş ên di siyaseta derve de ji taybetmendiyên partiyeke kurdbûnê dûr ketiye û her wiha ne ji bo berjewendiyên gelê kurd, ji bo berjwendiyên xwe yên şexsî dixebite. Altan got: "Çapemenî divê vê yekêbaş bide der. Divê gelê kurd jî di vî warî de baş bê serwextkirin. Tişta girîng; divê ev nêzîkatiya dijminane ya PDK'ê bê mehkûmkirin. Divê çapemeniya her çar perçeyên Kurdistanê vê yekê baş bide der. Di sedsala 21'ê de şert e ku kurd bi yek bin. Li ber vê çi astengî hebin divê li ser wê bê sekinandin û bê çareserkirin."    ‘PDK HESABÊ TESFIYEKIRINA KURDAN DIKE'   Berîtan Behrem Xalid ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike, got: "Em baş dizanin hemû operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyeyê bi destê PDK'ê tên çêkirin. Lê ev êriş dîsa jî bi ser neketine. Kurd û dostên kurdan vê helwesta PDK'ê dibînin. Dibêjin hêzeke kurdan û çawa wisa bike? PDK ji bo berjwendiyên xwe yên malbatî û şexsî tevkariyê bi Tirkiyeyê re dike. PDK, ji bo tunekirina gelê kurd bi dijminên kurdan re tevkariyê dike. Dibêje, 'ez partiyeke kurda me' lê tu carî ji bo berjwendiyên gelê kurd tevnegeriyaye. Ger PDK partiyeke kurdan be, çima bi Tirkiyeyê re tevkariyê dike?"    ARMANCA SEREKE YA PDK'Ê'   Berhem Xalid bal kişand ser dîwarê ku bi piştgiriya PDK'ê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê çêkirin û got, divê wateya van dîwar ji PDK'ê bê pirsîn. Xalid got: "PDK, dixwaze kurdan biqedîne. PDK, ev ne cara ewil e ku van tiştan dike. Gava hûn li dîrokê mêze bikin hûn ê pir baş bibînin. Her wiha armanca sereke ya PDK'ê tasfiyekirina tevgera azadiyê ya kurd e. Gelê kurd divê vê yekê baş bibîne."    'TU REWATIYEKE PDK'Ê TUNE YE'   Omer Hujebrî ku li Rojhilatê rojnamevaniyê dike, destnîşan kir ku PDK zirarê dide destkeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê û ji roja hatiye avakirina heya niha tim pişta xwe spartiye dewletên dagirker û hewl dide kesên ku doza têkoşîna azadiyê ya gelê kurd dikin jî tasfiye bike. Hijebrî, diyar kir ku piştî referandûma serbixwebûna ya sala 2017'an di nava kurdan de tu rewabûneke PDK'ê nemaye û got: "Di sala 2017'an de li Başûr hilbijartinek çêbû. Ji sedî 70-80'yê gel hilbijartinê boykot kirin. Tenê ji sedî 20 ray hatin dayîn. Lewma li bara raya cîhanê tu rewabûna partiyeke ji sedî 20 ray girtine tune ye. Ji ber hindê ne desthilat û rêvebiriyeke rewa ye. PDK, niha pêwendiyê bi dewleta Tirkiyeyê re datîne û li Iraqê jî hewl dide bi tevgera Sadr re hikûmetekê çêbike. PDK, tim xwe spartiye hêzekê û polîtîkaya xwe bi vî awayî çêdike. Tirkiyeya ku PDK piştgiriya wê dike li hemberî qadên Parastina Medyayê, li herêma Pirnaşah a Rojhilatê Kurdistanê û li gelek herêmên Rojavayê û Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirkeriyê daye destpêkirin. Tekane hêza ku li ber vê tevgera dagirkeriyê radibe jî PKK ye. Siyasetmedarên li wir bi xwe gotibûn yekane hêza ku li hemberî êrişên DAIŞ'ê Başûrê Kurdistanê parast HPG ye. Lê niha PDK çi dike? Pêşengtiya rola ji bo tasfiyekirina PKK'ê dike."    ‘PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ DIKE'   Azîz Koyluoglû ku li Herêma Kurdistana Federe rojnamevaniyê dike, destnîşan kir ku PDK ji sala 2021'ê heya niha ji bo qedandina PKK'ê şereke piralî û sîstematîk daye destpêkirin û gelê Başûrê Kurdistanê jî vê yekê qebûl nake. Koyluoglû, got: "PDK, bi şerekî piralî êrişî PKK'ê dike. Dixwaze hin herêman dagir bike û ji ber vê di navbera wê û PKK'ê de pevçûn rû didin. Tirkiye, dixwaze herêma Xelîfanê dagir bike û PDK jî eskeran dişîne vê herêmê. Tenê ne ev e, her wiha derbarê herêmê de agahiyên îstixbarî jî dide Tirkiyeyê. Tevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re tenê bi Başûrê Kurdistanê re ne sînorkirî ye, Tirkiye dixwaze bi piştgiriya PDK'ê li Iraqê jî bibe hêzek. Gel ji ber vê helwesta PDK'ê nerihet e. Gel dixwaze PDK demildest dev ji vê ferasetê berde. Her wiha partiyên siyasî yên li Başûr jî bertek nîşanî vê helwestê didin. Êdî gel hew deyax dike. Gel di vê hilbijartinê de berteka xwe da der û PDK'ê ji sedî 50'yê rayan winda kir."    MA / Hakan Yalçin