Parêzer Aydin: Li girtîgehan mafên bingehîn tên binpêkirin 2022-04-14 09:10:47 ENQERE - Parêzer Mavîş Aydin diyar kir ku îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan veguherîne tiştekî asayî û ji ber van pêkanînan mafên bingehîn ên girtiyan tên binpêkirin.  Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Mavîş Aydin, çavdêriyên xwe yên di dema serdanên girtgehan de ragihandin. Aydin, destnîşan kir ku li girtîgehan pêkanînên dijî rûmeta mirovan hene. Aydin, destnîşan kir ku karîneya bêrîbûnê tune tê hesibandin, înfaz tên şewitandin û mafê berdana bi şertî tê binpêkirin.    ‘LI ODEYÊN BÊ KAMERA ÎŞKENCE'    Aydin, diyar kir ku bi girtiyên ku îşkence li wan hatiye kirine hevdîtin kirine û got: "Ez çûm Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê. Li wir muwekîlên me yên i Sîlîvriyê hatine sewqkirin hene. Ewilî 4 kesên ji Girtîgeha Afyonê anîne vira. Li vira şevekê dimînin. Bi qayişan qirika wan dijidînin, bi pehîn û kulman li wan dixin. Belesebeb. Lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Ji ber ku li ber vê rabûne wan birine odeyeke bêkamera qederekê îşkencê li wan dikin. Gava me xwest em hevdîtinê bi îdareya girtîgehê re bikin, daxwaza me nehat qebûlkirin."    BÊCEZATÎ   Aydin, destnîşan kir ku tu hukmeke di mewzûatê de nayê pêkanîn û gava ji bo vê serlêdanê dikin jî bi polîtîkaya bêcezatiyê re rû bi rû dimînin û got: "Ji dadgehên sulhê bigire heya dadgehên cezayên giran, ji yên edlî bigire heya yên qanûna bingehîn hemû biryarên neyînî didin. Berê girtîgehên îşkence lê dihatin kirin dikirin muze, lê niha li her bajarî girtîgehên qerase tên çêkirin. Gardiyan, bijîşkên ku mirov ji tenduristkariya wan bi şik û guman e, midûrên girtîgehan... Yek ji vana jî nakeve ber lêpirsînan. Lê muwekîlên me yên tahde li wan tê kirin dikevin ber lêpirsînan. Hem îşkence li wan tê kirin hem jî wekî bersûc dikevin ber lêpirsînan."    DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ   Aydin, têkildarî biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê de jî axivî û got: "Kesên dest dirêjî zarokan dikin, kesên tahdeyê dikin bêyî înfaza xw etemam bikin tên berdan, lê girtiyên polîtîk çendî înfaza xwe temam kirine jî nayên berdan. Bi taybetî dixwazin di ser girtiyên polîtîk re civakê dîzayn bikin û em dibînin ku ev terîcheke Wezareta Dadê û dewletê ye. Piştgiriya polîtîkaya bêcezatiyê dikin û îşkence veguheriye tiştekî asayî."    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Aydin, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bi raporên xwe berdana girtiyên nexweş asteng dike. Aydin got: "Heman tişt ji bo Aysel Tûglûkê jî heye. Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê di rapora xwe de ji bo wê gotibû nikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne. Paşê ATK'ê raporek berevajî vê da. Di rapora xwe de dibêje, 'Dizane bê barê sûcê wê çi ye.' Çendî hatibe gotin ku 'dikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne' jî ez bi awayekî rêk û pêk diçim cem wê. Ez ji roja roj de nexweşîna wê jî dişopînim. Şert û mercên amadekirina raprê bi xwe jî xirab in. Li gor texmîna me ji xeynî personelên ATK'ê hin saziyên dewletê jî mudaxilî vê yekê bûne."    Aydin, destnîşan kir ku ger bi awayekî siyasî mudaxileyî ATK'ê neyê kirin dibe ku raporên erênî bên dayîn û gt: "Em wisa difikirin ku bi mudaxileyî nikarin peywira xwe bikin. Desthilateke ku ji bo wê ewlehî ji azadiyê wêdetir, bekaya dewletê ji rûmeta mirovan wêdetir heye. Ez wisa difikirim ku ji ber mudaxileya vana nikare peywira xwe bîne cî."    Aydin, bilêv kir ku çareseriya bingehîn astengkirina mudaxileya li ser ATK'ê ye.    PÊDIVIYA WAN BI PIŞTGIRIYÊ HEYE   Aydin, diyar kir ku pêdiviya girtiyan bi piştgiriya derve heye û got: "Em ji bo bi civaka rêxistinbûyî û parêzvaniya mafan a rêxistinbûyî ji heq van tiştan derkevin divê em bixebitin. Bi taybetî jî pêdiviya kesên li ber mirinê bi me heye."