Cezayê darvekirinê yê li girtiyê kurd hatibû birîn hat pesendkirin 2022-04-13 22:34:45   WAN - Hat ragihandin ku cezayê darvekirinê yê li Hatem Ozdemîr ê HPG'î hatibû birîn, hatiye pesendkirin.    Hat diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê li Hatem Ozdemîr ê HPG'î yê di Girtîgeha Ûrmiyeyê de hatibû birîn, hatiye pesendkirin.    Ozdemîr di 2019'an de hatibû girtin û bi îdiaya "serîhildana li hemberî dewletê" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.