Rapora OHD'ê ya derbarê Girtîgeha Sîlîvriyê de: Gotine 'Em li ser navê dewletê hatine' û dest bi îşkenceyê kirine 2022-04-13 22:24:42     STENBOL - OHD'ê rapora xwe ya derbarê îşkenceya li Girtîgeha Sîlîvriyê de belav kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku gardiyanan ji girtiyan re gotiye "em li ser navê dewletê hatine" û dest bi îşkenceyê kirine û girtiyên ku jêkirina zendê li wan hatiye ferzkirin jî ranekirine nexweşxaneyê.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî îşkenceya li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5 a Tîpa L'yê ku girtî Ferhan Yilmaz û girtiyekî navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan, belav kir. Komeleyê serdana girtîgehê kir û raporek amade kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku 60 gardiyanên ku avêtine ser qawîşan hemû eşyayên girtiyan belawela kirine û li hewadariyê girtiuan deverû dirêj kirine.    'EM LI SER NAVÊ DEWLETÊ HATINE'   OHD'ê ragihand ku girtî deverû hatine dirêjkirin û got: "Gardiyanan ji girtiyan re gotiye, 'Em li ser navê dewletê hatine. Em çi bixwazin em ê bi we bikin. Qey di nava we de kesî zilam tune ye? Ka hûn duh zilam bûn, lê va ye hûn îro bûne berx? Em ê we di fîlmên Yeşîlçamê de bidin lîstin. Dewlet neheq be jî, mafdar e."    'XWEKUŞTIN' LI WAN HATIYE FERZKIRIN   Di raporê de ev tişt hatine ragihandin: "Girtiyekî got, ji gardiyanan re gotiye derûniya wî nebaş e, dixwaze xwe bikuje, lê gardiyanan guh lê nekiriye û îşkenceyê domandine. Girtî got, gardiyanan gotiye 'benik, cilêt, cam li wir in, here xwe bikuje.' Em pê hesiyan ku heman girtî tevî girtiyekî din zendên xwe jê kirine. Lê dîsa jî ew ranekirine nexweşxaneyê, ew birine revîrê, zendên wan pansûman kirine û paşê ew anîne qawîşê. Her wiha di dema hevdîtinê de me li ser zenda girtî dewsa birînine kûr dîtin."    Di raporê de agahiyên ku girtiyekî din ragihandine jî cih girtine. Li gor agahiyên hatine ragihandin piştî îşkenceyê gardiyanan 6 girtî birine "odeya bisînger". Di berdewama raporê de ev tişt hatine ragihandin: "Li vir li girtiyan xistine. Hat ragihandin ku ji van 6 girtiyan yek jê berê jî çend caran hewl daye xwe bikuje, lê dîsa jî cilêt û benik danîne cihekî ku girtî karibin wan peyda bikin. Girtî hoy, 'Dixwazin em xwe bikujin. Êdî em bêzar bûn, ji xeynî xwekuştinê tu rê tune ye. Hevalekî me bi benikê gardiyanan anî bû hewl da xwe bikuje.' Her wiha hat hînbûn ku îdareyê cezayê hevdîtina bi telefonê jî li van girtiyan biriye."    Di berdewama raporê de hatiye destnîşankirin ku demildest divê kesên berpirsê vê bûyerê ji peywirê bên dûrxistin û bang li Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) û Wezareta Dadê hatiye kirin ku têkildarî tiştên li Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an a Tîpa L'yê de rûdan peywira xwe bikin.