Baroya Rihayê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' 2022-04-13 19:59:48   RIHA - Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol ku bû bû mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê, got: "Rojîşikandin ne girîng e. Helbet dê zikê me têr bibe, lê mirov birçiyê edaletê ne."     Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 401'î de didome. Îro Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol û endamên desteya rêvebir a baroyê bûn mêvanê "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.   Beriya fitariyê Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol axivî û got, îro roja 401'ê ya Nobeda Edaletê ya malbatê ye û ew Baroya Rihayê ji roja ewil de li cem malbatê ne. Îzol got: "Gotineke bê gotin nemaye. Hemû sazî û parlementer hatin vira. Ji niha û pê de gotineke bê gotin nemaye. Gotin a hêla din e. Gotin a meqama lêpirsînê, meqama darizandinê ye."    Îzol, bilêv kir ku di vê meha Remezanê de tekane hêviya wan edalet e û got: "Rojîşikandin ne girîng e. Helbet dê zikê me têr bibe, lê mirov birçiyê edaletê ne. Bila rojiya edaletê ya li ser vê dosyeyê rakin, bila hîn bêtir malbatê mexdûr nekin. Em ji roja ewil de li cem wan bûn û ji niha pê ve jî em ê li cem wan bin."    Piştî azanê bi hêviya edaletê rojî hat şikandin.