Dadgeha Bilind cezayê li Berdevka TJA'yê Gokkanê hatibû birîn xera kir 2022-04-13 18:37:46   RIHA - Dadgeha Bilind 30 sal cezayê hepsê yê li Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê hatibû birîn, xera kir.    Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê di 20'ê Cotmeha 2021'ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebiriya rêxistinê" 30 sal cezayê hepsê li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê birîbû. Parêzerên Gokkanê jî biryara Dadgeha Cezayê Giran ji bo temyîzê şandibûn Dadgeha Bilind.    Danişîna li Dadgeha Bilind di 30'yê Adarê de hatibû lidarxistin, lê Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind îro biryara xwe ragihand. Dadgeha Bilind ji bo cezayê li Gokkanê hatibû birîn biryar da ku zêde ye û biryara Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê xera kir.    Parêzera Gokkanê Berfîn Gokkan biryara Dadgeha Bilind nirxand: "Ayşe Gokkan, nêzî 2 sal in ji ber vê dosyeyê girtiye. Ji ber vê me hem serî li DMME'yê da hem jî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Gokkan wekî rehîneyeke siyasî di girtîgehê de tê girtin. Ev nayê qebûlkirin. Lewma Dadgeha Bilind ji ber usûlê dosyeyê îade kir û cezayê hatibû birîn xera kir. Ev biryareke girîng e, lê ji ber ku bi awayekî neheq hatiye girtin, girtina wê bêhiqûqîtî ye."