Nobeta li Cizîrê mezintir dibe: Em ê berxwedana rewa xurtir bikin 2022-04-13 16:37:57 ŞIRNEX - Tevî hemû astengiyan jî çalakiya nobetê ya li ber avahiya HDP’a Cizîrê berdewam dike. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul anî ziman ku dê berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê hîn xurtir bikin.  Şandeyeke ku ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk dihat, çû serdana HDP’a Cizîrê ku avahiya wan rastî êrişa polîsan hatibû. Şande ji hêla xelkê Cizîrê ve bi tililî û çepikan hate pêşwazîkirin. Di şandeyê de parlamenter Mûrat Çepnî, Kemal Bulbul, Dilşat Canbaz û encamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Velî Saçilik hebûn. Şandeyê ji ewilî ketin avahiya partiyê û texrîbata hatiye kirin lêkolîn kirin.    ‘EM Ê LI DIJÎ ZILMÊ TÊK NEÇIN’    Di serdanê de Velî Saçilik bal kişand ser zexta desthilatdariyê û wiha got: “Ji DEP’ê heta HDP’ê nekarîn vê partiyê bigirin. Deriyên partiya ku nekarîbûn bigirin jî bi vî rengî dişikînin. Divê baş bizanin ku gelê Cizîrê têk neçû û dê gelê kedkar ê Tirkiyeyê jî li dijî vê zilmê têk neçe.”    ‘ZÎHNIYETA DIJMINATIYÊ’    Parlamenter Kemal Bulbul jî zexta li dijî HDP’ê weke “barbarî” pênase kir û wiha domand: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî gelê Cizîrê, jin û ciwanan dibin. Ji şikandina deriyan heta belavekirina pirtûkan, vê zîhniyetê bi her awayî xwe daye der. Ev zîhniyet, kujerê Vedat Aydin, Mehmet Sîncar û zîhniyeta ku nahêle Aysel Tugluk were berdan e. Ev zîhniyet, ew zîhniyete ku cenazeyê Hatun Tuglukê ji gora wê derxist. Ev zîhniyet, dijminê hem zindiyan û hem jî miriyan e. Cizîr, di dîroka têkoşînê de cihekî sembol e. Yên ku di jêrzemînên Cizîrê de komkujî kirin bi şev jî hatin derî şikandin. Yên ku li vir wêneyên Denîz Poyraz çirandin û avêtin erdê, şirîkên kujerê wê ne. Ev zîhniyeta ji vir heta Enqereyê diçe û xwe digihîne Suleyman Soylu. Em niha ji mezintirîn cureyê faşîzmê re rû bi rû ne. Li dijî vê jî em ê berxwedana rewa hîn mezintir bikin.”   Şandeya HDP’ê piştî serdana HDP’a Cizîrê, ber bi Edliyeya Şirnexê ve ketin rê.    OZGUNEŞ DEST BI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIR   Her wiha tê payîn ku 10 kesên li Cizîrê hatibûn binçavkirin dê bînin Edliyeya Şirnexê. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ji bo derheqê binçavkiriyan de agahiyan wergire, hatibû Edliyeya Şirnexê. Lê nehiştin bikeve edliyeyê. Li ser vê yekê jî Ozguneş bi tena serê xwe li pêşiya edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.