Aqûbeta efrîniyê li Kayseriyê hatibû binçavkirin nayê zanîn 2022-04-13 15:52:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkeran û endamên MÎT’ê li Kayseriyê welatiyê bi navê Mistefa Hisên Casim ê Efrînî li Kayseriyê binçavkirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Casim nayên girtin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), welatiyê bi navê Mistefa Hisên Casim (59) ê ji gundê Qere Baba yê Raco ya Efrînê, di 23’yê adarê de li bajarê Kayseriyê ji hêla leşker û endamên MÎT’ê ve hate binçavkirin.    Hat zanîn ku leşker û endamên îstîxbaratê bi hinceta ku pêwendî bi birayê xwe yê li herêma Şehbayê re danîne, bi ser mala Casim de girtin û binçav kirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Casim nayên girtin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Casim di sala 2015’an de tevî malbata xwe ji bo debara malbata xwe berê xwe dabû Tirkiyeyê û li Kayseriyê bi cih bûbû.