'Di êrişa parêzer de divê lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin' 2022-04-13 14:39:27   ÎZMÎR - ÎHD û rêxistinên hiqûqê, erişa li parêzer Serkan Karakaş hatibû kirin şermezar kirin û xwestin ku lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin.    Li Îzmîrê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), derbarê êrişa ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li parêzer Serkan Karakaş hatibû kirin de li avahiya ÎHD'ê ya Îzmîrê civîna çapameniyê li dar xistin. Daxuyaniya hevpar ku ji aliyê rêxistinan ve hatibû nivîsandin ji aliyê Parêzer Dîlancan Ateş ve hat xwendin.    'BERDEWAMA ÊRIŞÊN LI PARÊZERAN E'   Ateş, bi bîr xist ji aliyê qomserekî ve bi awayekî zanebûn li Cizîrê êriş li Parêzer Karakaş hatiye kirin û wiha got: "Derbarê êrişê de lêpirsîneke bibandor nehatiye destpêkirin. Bûyera ku pêk hatiye ne bûyerek bi tenê ye. Hewldana kuştinê ya Karakaş a ji aliyê qomserekî ve ne ji rêzê ye. Ev êriş bi plankirî ye û li dijî pîşeya parêzeriyê ye. Berdewama êrişên ku li edliye, qereqol û girtîgehan li dijî parêzerên ku li dozên polîtîk dinêrin pêk tênêye. Polis vê hêzê ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin. Îfadeya polisê ku wesayîtê li Karakaş xistiye jî banga li sersedemên polîtîkaya bêcezahiştinê ye."   Di dawiya axaftina xwe de Ateş, destnîşan kir ku wê bûyerê bişopînin û banga lêpirsîneke bibandor kir.