Bi heman qanûnê biryara binçavkirina 91 HDP’iyan dan û malê DAIŞ’iyan lê vegerandin 2022-04-13 11:51:05   ENQERE - Bi hinceta bûyerên Kobanê derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Sedema binçavkirinê jî Qanûna Hejmar 6415 hatibû destnîşankirin. Hat zanîn ku bi vê qanûnê re mal û milkê DAIŞ’iyan ê ku dewletê dest danîbû ser dîsa li DAIŞ’iyan hate vegerandin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku li 13 bajaran hatibû destpêkirin, hevşaredar û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê jî di nav de bi giştî derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji bo binçavkirinê, Qanûna Hejmar 6415 weke hincet hate nîşandan. Di çarçoveya heman qanûnê de mal û milkê DAIŞ’iyan ku dewletê dest danîbû ser jî dîsa li wan hate vegerandin. Di encama serdegirtina malan de gelek kes hatibûn binçavkirin.    Biryara nepeniyê danîn ser dosyayê û ji bo parêzeran jî biryara qedexeya hevdîtinê hate dayîn. Têkildarî mijarê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev hincet nîşan da: “Kesên navborî di avadaniya darayî ya bûyerên Kobanê de cih girtin û alîkariya madî dane malbatên PKK’iyên ku di şer de birîndar bûyîn an jî mirîn. Di 12’ê nîsanê de li 13 bajaran derheqê 91 gumanbaran de ji ber sedema muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 6415 a pêşîlêgirtina fînansmaniya terorîzmê û endamtiya rêxistinê biryara binçavkirinê hatiya dayîn.”    BI HEMAN QANÛNÊ MALÊ DAIŞ’IYAN LÊ VEGERANDIN    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan jî xala 5’emîn a heman qanûna behsa xeberê weke hincet nîşan dabû û mal û milkê 3 dezgeh û 3 kesên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê li wan vegerandibû. Erdogan, di 7’ê îlona 2021’an de biryara cemidandinê ya ji bo mal û milkê Khalifa Muhammad Turki Al-Subaiy ê qeterî jî rakir û hinceta xwe jî spart heman qanûna behsa xeberê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2008’an de bi sedema ku “Subaiy kar û barê fînansoriya terorîzmê hêsan dike” xistibû nava lîsteya sepanan a derheqê DAIŞ û El Qaîdeyê de.    BIRYARA JI BO 3 DEZGEHAN    Rakirina biryara cemidandina mal û milkê 3 dezgehên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ji hêla Erdogan bi xwe ve hate dayîn. Biryara Serokomariyê di 19’ê Çileya 2022’yan de di Rojnameya Fermî de hate weşandin û hat destnîşankirin ku biryara cemidandina mal û milkê dezgehên Al-Haramain Islamic Foundation, Al-Haramin Islamic Foundation (Somalia) û Al-Haramain Foundation (Indonesia) hatiye rakirin.    Di heman demê de bi fermana Erdogan re biryara cemidandina mal û milkê Abd Al-Malik Muhammad Yusuf Uthman Abd Al-Salam û Nayif Salih Salim Al-Qaysi ku di lîsteya “Kesên rasteqîn ên têkiliya wan bi DAIŞ û El Qaîdeyê re heye” ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de cih digirtin jî hate rakirin.    Erdogan ji bo tevahiya van biryarên xwe jî xala 5’emîn a “Qanûna Derheqê Pêşîlêgirtina Fînansmaniya Terorîzmê de” weke hincet nîşan da.   QANÛN JI BO ALÎKARIYA BI DAIŞ’Ê RE DERBASDAR NÎNE!   Her wiha wesayîteke ku logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ya AKP’ê li ser bû, bi salan li paytexta DAIŞ’ê Reqayê hate bikaranîn. Nûçeyên têkildarî mijarê jî li ser çapemeniyê hate parvekirin. Lê şaredariyê gotibû “fotomontaj e” û ev yek red kiribû. Di demên piştre de dîmenên wesayîtê derketibûn. Li ser wesayîta ku bi modela BMC marka Austin logoya şaredariya AKP’ê û nivîsa “tenê ji bo xizmetên fermî ye.” Lê derheqê şaredariyê de tenê yek lêpirsîn jî nehate destpêkirin.