Qeyda deng ku îşkenceya li Silîvriyê vedibêje radestî dozgeriyê kir 2022-04-13 11:41:43   STENBOL - Ji girtiyên li Silîvriyê bi îşkenceyê re rûbirû man Abdulmenav Çetîn û Coşkun Agca herî dawî di 8’ê nîsanê de li malbatên xwe geriyabûn û alîkarî xwestibûn. Avniye Çetîn, qeyda dengê Halîl Kasal ku îşkence vedigot radestî Dozgeriya Sîlîvriyê kir.    Li Girtîgeha Silîvriyê ya Jimara 5’an a Tîpa L’yê 60 gardiyanan zext û îşkence li girtiyan kir. Ji ber vê îşkenceyê herî kêm 8 girtiyan xwest dawî li jiyana xwe bînin. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyeke navê wî nayê zanîn jiyana xwe ji dest dan. Derbarê girtiyên din Coşkun Agca, Tolga Okçu, Abdulmenav Çetîn, H. Masal û girtiyê bi navê Alî de jî agahî nehatin bidestxistin. Hat zanîn ku girtiyê bi navê Halîl Kasal jî di beşa çavdêriya awarte de tê dermankirin.    Avniye Çetîn a dayika Abdulmenav Çetîn û Fatma Agca ya dayika Coşkun Agca derbarê zarokên xwe ku îşkence li wan hatiye kirin de ji ajansa me re axivîn.      DI HEVDÎTINA DAWÎ DE ALÎKARIYÊ XWESTIYE    Avniye Çetîn diyar kir ku di 6’ê nîsanê de îşkence li kurê wê hatiye kirin û di 8’ê nîsanê de bi rêya hevdîtina telefonê vê îşkenceyê hîn bûye. Avniye Çetîn behsa hevdîtina bi kurê xwe re kir û wiha got: “Kurê min got, ‘Dayê em di talûkeyê de ne, hûn çi dikin bikin. Îro wê ji qawîşa me cenazeyek derkeve. Êdî ez im, Halîl e, Hasan e ez nizanim. Çi dibe alîkariya me bikin’. Alîkarî ji me xwest.”   QEYDA DENG RADESTÎ DOZGERIYÊ KIRIYE   Çetîn da zanîn ku dayika Halîl ku di beşa venihêrîna awarte de ye bo wê qeyda dengê wî şand û wiha domand: "Min jî ev deng weke cd amade kir û radestî Dozgeriya Sîlîvriyê kir. Min li wir gilî kir. Ji ber ku min ji kurêxwe agahî negirt, ez çûm Edliyeya Çaglayanê û min daxwazname da dozgeriyê. Jixwe zarokên me ceza xwe dikişînin lê cezayê ku gardiyan û midûr didin nayê qebûlkirin. Ez wek dayikekê êdî îdare nakim. Em ê biçin ber deriyê girtîgehê. Ez dixwazim sewqa kurê min bê kirin.”    ‘JI BO KU ZAROKÊN ME KURD IN…’    Çetîn anî ziman ku bi taybetî li dijî girtiyên kurd zextên giran tên kirin û wiha got: “Ji ber ku zarokên me kurd in, îşkence li wan têk irin. Ez gazî Serokkomar dikim, êdî bes e. Dilê me dayikan dişewite. Kurekî min miriye, taqeta min ku wê kurekî min din bimire nemaye.”    DEMA QALA ÎŞKENCEYÊ DIKE TELEFONÊ QÛT DIKIN    Fatma Agca jî anî ziman ku kurê wê ji girtîgehê bi xwişka xwe re axivî ye û wiha got: “Kurê min gotiye, ‘Îşkenceyek zêde li me kirin, an em ê xwe bikijun an jî ew ê me bikujin’. Dema kurê min van gotiye telefon hatiye qutkirin. Pişt re me tu agahî jê negirtiye. Ji roja înê ve em agahî jê nagirin. Lewma em çûn ber girtîgehê. Parêzerê me jî li gel me bû. Wî bernedan hundir. Rayedarên girtîgehê ji me re gotin, ‘nûçeyên belav bûne, derew in’ û me paşde şandin. Em çûn nexweşxaneyê me pirsî. Me nav jî da lê gotin tiştek wiha nebûye.”    SALA PAR JÎ HATIYE ÎŞKENCEKIRIN    Agca da zanîn ku ji sala par ve îşkence li kurê wê tê kirin û got: “Kurê min sala par jî gotibû, ‘dayê me dixin odeyek tarî û me tazî dikin û îşkenceyê li me dikin’. Di heman demê de bi jopan li wan didin. Laşê wî reş û şîn bûbû. Du sê meh berê jî gardiyanan li kurê min dabû. Pozê wî şikandibûn. Rapora lêdanê girtibû. Ez dipirsim gardiyan bi çi heqî îşkenceyê li zarokên me dikin? Divê gardiyan bên cezakirin. Salek ez neçûme hevdîtinê. Em nizanin niha li ku ye. Li ser ekranên televîzyonê qîre qîra îktidarê ye. Bila Erdogan derkeve ji bo wan jî biaxive û dawî li îşkenceyê bîne.”    MA / Dogan Kaynak