Ji Sifreya Edaletê bang kirin: Em ê edaletê pêk bînin 2022-04-13 10:52:29 RIHA - Nûnerên rêxistinên sivîl ên li sifreya edaletê ya Malbata Şenyaşar bûn mêva diyar kirin ku divê daxwaza edaletê ya malbatê bicih were. Parlamenter Huda Kaya jî got, “Em ê edaletê pêk bînin.” Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 401’emîn de berdewam dike. Malbatê di roja 400’emîn de yanî duh di “Sifreya Edaletê” de mazûvaniya mêvanan kiribû. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya serdana nobedê kiribûn û li ser sifreya malbatê bûbûn mêvan û bi hev re fitara xwe vekirin.    Nûnerên rêxistinên sivîl û Huda Kaya daxwaza edaletê ya malbatê ji ajansa me re nirxandin.    ‘EM Ê EDALETÊ BÎNIN’    Parlamenter Huda Kaya destnîşan kir ku ew ne li benda edaleta desthilatdariyê ne û got: “Em ê bi xwe edaletê bînin û sûcdar cezayê heq dikin li wan bê birîn.”    ‘HIQÛQA SERWERAN’    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îbrahîm Halîl Oyke jî destnîşan kir ku di dosyeyên dozê de “hiqûqa serweran” lê tê sepandin û lê daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar û malbatên din pêk nayê.    TUNDIYA BÊEDALETIYÊ    Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinan a Mala Jiyanê Emîne Çîftçî jî diyar kir ku malbat 400 roj in bi tundiya bêedaletiyê re rûbirû maye û got: “Qîrîn û daxwaza dayika Emîne qîrîn û daxwaza me ye. Divê hemû jin bibin dengê dayika Emîne.”    ‘DILÊ MIROVAN DIÊŞÎNE’    Serokê Odeya Endezyarên Ziraatê ya Rihayê Abdullah Melîk jî da zanîn ku li Tirkiyê demokrasî, heq û hiqûq nemaye û ew dixwazin heq, hiqûq û edalet bê bicihanîn. Melîk got dema malbat li ber edliyê fitara xwe vedike dilê mirovan diêşîne û ew dixwazin tavilê daxwaza malbatê pêk were.    ‘EM Ê LI DIJÎ BÊCEZATIYÊ RABIN’   Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Rihayê Mustafa Vefa jî diyar kir ku ew dixwazin her kes bê piştevaniya malbatê bike û ew ê li dijî bêcezatiyê bisekinin û têkoşîna xwe ya edaletê li gel malbatê bidomînin.    'EM ÊDALETÊ BI PIŞTEVANIYÊ BÎNIN’    Berdevkê Demê yê KESK’a Rihayê Mahmut Bînîcî jî anî ziman ku ew ê edaletê bi piştevaniyê bînin û ew zîhniyeta ku malbatê xistiye vî halî red dikin.    ‘DIVÊ BAROP DAXILÎ DOSYEYÊ BIBIN’    Rêveberê Baroya Rihayê Gokhan Dayik jî destnîşan kir ku divê neheqiya li hember malbatê bi dawî bibe û pêwîste hemû baro berpirsiyarên xwe pêk bînin û daxilî dosyeyê bibin.    ‘EDALET BINGEHA CIVAKÊ YE’    Sekrterê Kordînasyona Bajêr a TMMOB’a Rihayê Mehmet Kaya jî diyar kirk u heta edalet pêk were dê li gel malbatê bin û got: “Edalet tişta herî xweş e û edalet bingeha lihevanîna civakê ye.”    ‘DI ŞERAN DE JÎ KES DESTÊ XWE NADE NEXWEŞXANEYAN’    Endamê Delegasyona Konseya Nvendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk Reşat Dogan jî destnîşan kir ku neheqî û bêedaletiyek mezin li hemberî malbatê pêk tê û tişta girîng ew e ku qetlîam li nexweşxaneyê qewimî ye, hemû dîmen û belge hene lê dîsa jî di dozê de pêşketinek nîne. Dogan anî ziman ku di şeran de jî alî destê xwe nadin nexweşxaneyan lê li herêma wan li nexweşxaneyan mirov tên qetilkirin.    MA / Emrullah Acar - Mujdat Can