Daxwaznameyên girtiyan ên giliyan nayên qebûlkirin 2022-04-13 10:38:15   ÎZMÎR - Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê û bi lêv kir ku daxwaznameyên serlêdanên sûc ên girtî derbarê rêveberiyên girtîgehan de didin nayên qebûlkirin.    Girtîgehên Tirkiyeyê her roj bi binpêkirinên mafan di rojevê de ne. Ji bilî îşkence û mûameleya nebaş, heta sînordarkirina hevdîtin û mafên civakî, avêtina hucreyên yek kesî gelek binpêkirin diqewimin. Di heman demê de mirin jî çêdibin. Mirinên herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê çêbûn. Piştî îşkence û zexta 60 gardiyanan 6 girtiyan xwest dawî li jiyana xwe bînin. Ji van 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Dîsa Mehmet Sevînç ê 28 sal bûn girtî bû di encama li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê xwîn çû ser mejiyê wî, di 7’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.    Rewşa girtiyên nexweş her roja ku diçe giran dibe, dîsa girtiyên nexweş yên nû li lîsteyê zêde dibin. Li gorî lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de herî kêm 2 hezar û 600 girtî hene.    Girtîgehên li herêma Egeyê jî ji vê rewşê ne dûr in. Girtîgehên ku li herêmê ne bi gelek binpêkirinan tên rojevê. Herî kêm 300 girtiyên nexweş ên di lîsteya ÎHD’ê de ne li girtîgehên herêma Egeyê tên ragirtin. Dîsa herî dawî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê û Girtîgeha Kampus a Alîagayê ji ber binpêkirinên mafan çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatibûn. Piştî van çalakiyên grevan jî binpêkirinên mafan nesekinî bûn. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan serdana girtîgehan dikin û rewşa girtîgeyan ji cihên pêwîst re radigihînin.    Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê Şukran Ozturk têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê diqewimin û xebatên wan ên li dijî van binpêkirinan bi me re axivî.    Ozturk, bi lêv kir ku her tim diçin serdanên Girtîgeha Kampus a Alîaga, Girtîgeha Tîpa F a Bûcayê û Girtîgehên Tîpa T û R yên Menemen ên Îzmîrê û diyar kir ku ser serlêdanan jî serdana Girtîgehên Balikesîr, Bûrhaniye, Kepsût, Odemîş, Bodrûm û Denîzliyê kirine. Ozturk, anî ziman ku herî zêde di mijarên şewitandina înfazan û şertên kontrola edlî de serî li wan tê dayîn û ragihand ku gelek girtî bi hêceta ne “di rewşeke baş de” ne ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tevî cezayê wan xelasbûye jî nayên berdan. Ozturk, dazanîn ku ev biryar li dijî hiqûqê ne û wiha got: “Dadgehên Înfazê û Dadgehên Cezayên Giran ên van bêhiqûqiyan dinirxînin, berî ku bikevin esasê biryarên lijneyê, biryaran didin. Ji ber vê yekê azadiya kesan tê astengkirin.”   HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN   Oztûrk, destnîşan kir ku bi vî awayî çarenûsa girtiyan bi temamî ji înîsiyatîfa îdareyê re tê hiştin û wiha berdewam kir: “Di Lijneya Çavdêrî ya Îdarî de weke hiqûqnas tenê dozgerê girtîgehe heye. Yên din ji psîkolog, pedagog, midurê girtîgehê û sergardiyan pêk tê. Ji bo ku ev kes nirxandinan bikin di destên wan de krîterên şênber jî nînin. Di pêkanînên din ên îdareyê de jî keyfiyet li ber çav e. Girêdayî vê yekê hevdîtina parêzeran a hikumxwaran tê astengkirin.”   DAXWAZNAME NAYÊN QEBÛLKIRIN   Ozturk, bal kişand ku yek ji binpêkirina mafan jî qebûlnekirina daxwaznameyên girtiyan e û bi lêv kir ku ji ber evrakên daxwaznameyên hikumxwar didin qeyd nakin, nikarin bên şopandin jî. Ozturk, da zanîn ku ev rewş bi taybetî dema serlêdanên sûc ên derbarê îdareyan de tên kirin diqewimin û got: “Dema kesekê xwest giliyê neheqiyên lê tên kirin bike, daxwaznameyên têkildarî wê nikare bigihîne cihê têkildar. Dema em bi dozgerê Girtîgeha Bûcayê re axivîn me ev tişt anîn ziman. Her tim kes nikare xwe bigihîne malbatê an parêzerê xwe. Ji ber vê yekê gilî kirin û daxwazname girîng in.”   LI KIRIKLARÊ BINPÊKIRIN DIDOMIN   Ozturk, qala çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcayê ku 64 rojan dom kir û di meha Çileyê de bi dawî bû kir û da zanîn ku di hevdîtinên wê demê de hatin kirin de soz bi cih nehatin anîn. Ozturk, bi lêv kir ku daxwazên girtiyan bi awayekî qismî hatin bi cih anîn, dema hevdîtin bi dawî bûn binpêkirinên mafan berdewam kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em bi girtiyan re axivîn, diyar kir ku ev rewş qebûl nekirine û dema pêkanîn berdewam bikin wê dîsa bikevin çalakiya greva birçîbûnê. Li ser vê yekê bi parlamenterên HDP’ê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem û Komeleya Mafên Mirovan ên Îzmîrê û Baroya Îzmîrê re bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir. Me diyar kir ku pirsgirêkên girtiyan berdewam dikin û bingeha pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklarê midurê yekemîn Haydar Alî Ak e.”   ‘REWŞA KEYFÎ WEKE POLÎTÎKAYEKÊ LÊ HATIYE’   Ozturk, anî ziman ku hevdîtinên bi dozger û îdareyên girtîgehan re tên kirin çareseriyên demkî bi xwe re tînin û bi lêv kir ku binpêkirina maf a ji bo kesekî bi dawî dibe ji bo kesekî dest pê dike. Ozturk, da zanîn ku ev rewşa keyfî weke polîtîkayekê lê hatiye û wiha pê de çû: “Mînak hinek girtî tevî ku cezayê muebbeta girankirî negirtine jî bi fermana Wezareta Dadê li hucreyên yek kesî de tên girtin.”   ‘EM Ê XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN’   Ozturk, anî ziman ku wê weke OHD xebatên xwe yên ser binpêkirinên mafan bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêkên li girtîgehan birînên nekewandî yên civakê ne. Di rojevê de herî zêde girtiyên nexweş hene. Em ê têkildarî girtiyên nexweş serlêdanên xwe bidomînin. Em ê teşhîrkirina helwesta Saziya Tiba Edlî ya li dijî hiqûqê bidomînin. Ji bo ku pêkanîn li ser girtiyên nexweş jî bi dawî bibin tişta ji destê me bê em ê bikin.”     MA / Tolga Güney