Doza Muharrem Taş: Di bûyerê de Wezareta Tenduristiyê ji sedî 80 biqisûr e 2022-04-13 10:33:15   WAN - Rapora Pisporan a derheqê Muharrem Taş ê 2 salî ku bavê wî cenazeyê wî xistibû torbeyekî û li pişta xwe kiribû, hate amadekirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Wezareta Tenduristiyê di qewimîna bûyerê de ji sedî 80 biqisûr e.    Zarokê bi navê Muharrem Taş ê 2 salî, di 1’ê sibata 2014’an de li Taxa Dîm a Payîzava ya Wanê nexweş bûbû. Ji ber ku rê hatibûn girtin, malbatê nekarî Taş bibin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Taş, cenazeyê zarokê xistibû torbeyekî û bi kîlomîtroyan li pişta xwe kiribû. Têkildarî mirina Taş, Rapora Pisporan hate amadekirin û pêşkeşî dadgehê hate kirin. Şandeya pisporan ku ji du profeseron, ji endezyarên meteorolojî, înşaet, nexşe û makîneyê pêk dihat, di rapora xwe de destnîşan kir ku qisûra Wezareta Tenduristiyê ya di bûyerê de ji sedî 80 ye.    PARASTINA ‘DIBÛYA KU SOTEMENÎ BIQERISIYA’ VALA DERXISTIN    Di demên berê de rayedarên Rêveberiya Taybet a Bajêr di parastina xwe de diyar kiribûn ku hewa gelek sar bû û ji ber îxtîmala ku wesayîtên wan di rê de biqerisin û xetere hebû, wan nekarîne ber bi gund ve biçin. Têkildarî mijarê şandeya pispor ev tişt destnîşan kir: “Hat tespîtkirin ku di roja bûyerê de hewa herî zêde dikariya bikeve binê sifrê 19 pileyan. Lê heta di binê sifrê di pileya 20’an de jî sotemenî naqerise. Di rewşa heyî de depoyên makîneyên kar ji sedî 75 nediqerisiyan. Îxtîmala qerisîna makîneyan tenê ji sedî 25 e.”    ALÎKARIYA BI HELÎKOPTERÊ PAŞGUH KIRINE   Wezareta Tenduristiyê jî di parastina xwe de xwestibû ku were lêkolînkirin bê ka têkildarî nexweşiya Muharrem Taş malbat neçar bû ku derman li gel xwe girtibûna yan na. Têkildarî vê parastinê jî şandeyê ev bersiv da: “Têkildarî dosyaya dozê bi hûr û kûrî lêkolîn hatin kirin. Di encamê de derket holê ku malbat mecbûr nebû ku ji bo Taş dermanan li malê bihêle. Hat tespîtkirin ku ya pêvajo xitimandî, xemsariya yekîneyên tenduristiyê (Navenda Kontrolê ya Fermandariyê 112) ye. Navenda Kontrolê ya Fermandariya 112’ê jidil nêzî îxbarê nebûye. Her wiha navenda fermandariyê bêyî ku daneyek li ber destê wan hebe, bi pêşdarazî nêzî bûyerê bûne û vebijêrka helîkopterê ji serê xwe derxistine. Di heman demê de derfetên ambulans û alîkariya leşkerî ya heta gundê Dîmê jî paşguh kirine.”    Bi domdarî di raporê de hat diyarkirin ku Muharrem pir nexweş bûye û malbata wî ji bo ku bigihînin nexweşxaneyê agahî da ne qereqolê. Rapor, wiha didome: “Ji 112’ê re hate gotin ku tenê 7 km’yên rêyê hatine girtin. Qereqolê jî ji 112’ê pirsiyaye bê ka di destê wan de wesayîtên bipalet hene yan na. Lê bersiveke erênî nehatiye dayîn. Di qeydên deng de hatiye tespîtkirin ku piştî ragihandina bûyerê, ji bo bûyerê tu hewldan nehatine kirin. Hate tespîtkirin ku Wezareta Tenduristiyê ji bo afirandina çareseriyê, vekolana bûyerê û agahîgirtina derheqê bûyerê de neketiya nava hewldanekî. Lewma jî qisûra sereke ya wezaretê ye.”   WEZARET JI SEDÎ 80 BIQUSIR E   Rêveberiya Taybet a Bajêr ji vekirina rêyan berpirsyar e û şandeyê ji ber venekirina rêyan, Rêveberiya Taybet a Bajêr jî weke di asta duyemîn de berpirsyarê qisûrê destnîşan kir. Rapora şandeya pispor wiha bi dawî dibe: “Di belge û dokumanên di dosyaya dozê de aşkere ye ku dayik û bavê zarok ne di asteke wisa de ne ku bikarin bi saziyên têkildar re peywendiyê deynin, bidomînin û encamekî jê bigirin. Dayik û bavên zarok ne li 112’ê lê li hêzên ewlekariyê ku li gorî wan ew dê bibandortir bibin geriya ne. Hate tespîtkirin ku Navenda Kontrolê ya Fermanê ya 112’ê ev bûyera wiha lezgîn paşguh kiriye. Pisporê teknîkê jî tespît kir ku malbat neçar nebû ku dermanan li gel xwe bihêle. Lewma jî hat  tespîtkirin ku tu qisûra dayik û bavê zarok di vê bûyerê de nîne. Di encama nirxandinan de derket holê ku Wezareta Tenduristiyê di bûyera heyî de ji sedî 80 biqisûr e. Îdareya Taybet a Bajêr a Wanê jî ji sedî 20 biqisûr e.”   ÇI BÛBÛ?   Zarokê bi navê Muharrem Taş di 1’ê sibata 2014’an de li Mezraya Çelî ya Payîzavayê nexweş bûbû. Lê ji ber ku rê hatibûn girtin û daxwaza alîkariyê ya malbatê nehatibû bersivandin, Taş jiyana xwe ji dest da. Bavê Taş, cenazeyê kurê xwe xistibû torbeyekî û bi kîlometreyan bi pişta xwe biribû. Bi parvekirina wêneyan re bertekên mezin hatibûn nîşan dan. Walîtiya Wanê destûr nedabû ku derheqê 4 saziyên têkildar de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê Baroya Wanê li Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Wanê îtîraz kiribû û destûra lêpirsînê hatibû dayîn.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi sedema “Ji ber qisûra xwe bûne sedema mirinê” û “peywira xwe xerab bi kar anîne”, derheqê Navenda Fermandariya Lezgîn a 112’ê, cendirme û xebatkarên îdareya taybet de lêpirsîna xwe temam kir û biryar da ku “hewcehî bi teqîbatê nîne.” Parêzer Mûrat Tîmûr jî li dijî vê biryarê îtîraz kir. 1’emîn Dadgeriya Sizayên Silhê ya Wanê bi tenê yek gotinê bersiva Tîmûr da û îtîraz red kir. Li ser vê yekê jî Tîmûr serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.    Li hêla din; malbatê li Dadgeha Dadî ya Wanê doza tazmînatê vekir û dadgehê biryara tazmînatê da. Piştre jî ji ber redkirina daxwaza tazmînata manewî, serî li Daîreya 15’emîn a Şûreya Dewletê da. Lê Daîreya 15’emîn a Şûreya Dewletê jî serlêdan red kir. Li ser vê yekê parêzer serî li 10’emîn Şûreya Dewletê dabû. Daîreya 10’emîn, biryara derheqê tazmînata manewî xera kir û ji bo ku doz dîsa were dîtin li 1’emîn Dadgeha Dadî ya Wanê re vegerand. Di doza nû de dadgehê biryar da ku derheqê bûyerê de Rapora Pisporan bê amadekirin.    MA / Adnan Bîlen