Bi 3 zaravayên kurdî sepana 'Qurana Kurdî' 2022-04-13 09:14:11 ÊLIH - Li Êlihê 4 ciwanên ku li hev kom bûn, bi 3 zaravayên kurdî sepana "Qurana Kurdî" çêkirin.  Li Êlihê 4 ciwanên ku li hev kom bûn, bi 3 zaravayên kurdî sepana mobîl a "Qurana Kurdî" çêkirin. Her wiha di sepanê de pêşgotinên kurdî, navên zarokan ên bi kurdî û agahiyên derbarê dîroka kurdî de jî hene. Sepan bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî ye û li ser App Store û Play Storeyê ye.      Berdevkê koma sepanê Ronî Bedirxan anî ziman ku armanca wan hemû qadên jiyanê bikin kurdî û piştî vê dê sepaneke derbarê çand û hunera kurdî de çêbikin.    Bedirxan têkildarî sepana "Qurana Kurdî" de bilêv kir ku wan ev sepan ji bo kesên ku dixwazin dînê xwe bi kurdî bibihîsin û bi kurdî bixwînin çêkirine û got: "Em çar heval, me ji bo vê yekê zend û bend badan û piştî çend civînên rûtîn me fizîbîlîteya kar çêkiri û ewilî me li studyoyekê meala kurmancî tomar kir. Me par di meha Remezanê de sepana xwe dabû nasandin û me bi awayekş bêheq berpêşî gelê xwe kiribû."    Bedirxan, destnîşan kir ku piştî bertekine erênî projeya xw epêşvetir birine û got: "Em ji bo meala bi kirmanckî, bi nivîskar Roşan Lezgîn re axivîn. Lezgîn, pêşî meala kirmanckî nivîsî û paşê ew bi deng tomar kir. Ji bo me hêla herî girîng a vê sepanê ev bû. Ji lew re di nava zaravayên kurdî de qada herî bi sînor zaavayê kirmanckî ye. Gava me dest bi vî karî kir me dît ku di warê kurmancî de hin hewldan hene, tew li ser YouTubeyê xebatek hebû. Yanî ne aplîkasyon bû, lê di warê kurmancî de xebatên bi vî rengî hebûn. Lê me ji bo zaravayê kirmanckî tiştekî wiha nedît. Em dikarin bibêjin ev xebata me ji bo zaravayê kirmanckî bû mîladek. Ji bo zaravayê soranî jî li Başûrê Kurdistanê sepanek wiha heye. Me bi destûra xwediyên vê xebatê ew jî daxilî nava sepana xwe kir."    ‘HEM DIKARIN GUHDAR BIKIN HEM JÎ BIXWÎNIN'   Bedirxan, destnîşan kir ku kesên bixwazin dikarin sepana wan ji App Store an jî Play Storeyê daxînin û got: "Hem dikarin meala Quranê ya kurmancî, kirmanckî û soranî bixwînin he jî guhdar bikin. Zimanê bikaranînê yê sepana me kurdî ye. Di beşa ‘Ayetên li gor mijaran’ de kîjan ayetê bixwazin dikarin wê ayetê bixwînin û guhdar bikin. Û di beşa ‘Ferhenga Quranê’ de jî dikarin wateya hin têgehên dînî bibînin."    Bedirxan, da zanîn ku beşeke sepanê jî "Hebana Kurdî" ye û di vê beşê de pêşgotin û wateyên wan, navên zarokan ên bi kurdî û derbarê dîroka kurdî de agahî hene. Bedirxan, destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî dixwazin sepaneke derbarê çand û hunera kurdî de çêbikin.    MA / Fethî Balaman