Li Wanê 3 kes hatin girtin 2022-04-12 20:25:50   WAN- Li Wanê ji 24 kesên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin.    Li Wanê ji 24 kesên ku di 6-7'ê Nîsanê de di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin girtin. Welatiyn hatin binçavkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Dozgeriyê welatiyên hatin binçavkirin bi sûcê "endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi heman hincetê Metîn Dûman, Mehmet Salîh kirat û Gorgîn Kara girtin û 18 kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.    Kesên hatin girtin şandin girtîgehên Wanê.