Buldan: Operasyona dawî li ser navê DAIŞ’ê hate kirin 2022-04-12 17:10:41   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku êrişa dawî ya li dijî HDP’ê bi navê DAIŞ’ê hatiye kirin û wiha got: “Di operasyona dawî de kesên alîkariya mirovî didan Kobanê hedef hatin kirin. Xuyaye ku ev operasyon bi navê DAIŞ’ê hatiye kirin.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de axivî. Buldan, da zanîn ku HDP’ê hêza xwe ya siyasetê di demên dawî de xurtir kiriye û hêviya xwe mezintir kiriye. Buldan, diyar kir ku HDP’ê nexşerêyek destnîşan kiriye û HDP alternatîfa demokratîk a guherînê ye.    Bi domdarî Buldan ev tişt anî ziman: “Rêya herî girîng a xelaskirina civakê ya ji têkçûna heyî, HDP ye. Roj bi roj jî hêza xwe mezintir dike. Hêviya guherînê li her deverê belav kiriye. Dê xebatên me yên ji vir û şûnde jî bi heman israrê berdewam bikin. Em ne sekinîn! Ne rawestin, ne westin û em têk neçûn û dê têk neçin jî.”   ‘XELK DI BIN ZILMA ENFLASYONÊ DE DIFETISE’    Di berdewamê de Buldan bal kişand ser rewşa aboriyê û ev tişt anî ziman: “Şewata li ser sifreya gelê me her ku diçe mezintir dibe. Desthilatdarî dibêje ku qeyrana heyî demkî ye lê ne wisa ye. Heta ku tifaqa qeyranê ya AKP-MHP’ê desthilatdar be, têkçûna heyî jî dê mayînde be. Siyaseta wan gelên me ber bi têkçûn, bihabûna jiyanê, zeman û pergala rizî ve dibe. Tu têkoşîneke van a li hemberî enflasyonê nîne. Sedema enflasyonê ew bi xwe ne lewma nikarin li dijî xwe têbikoşin. A din tenê gotinên vala ne. Xelk, li ber zilma enflasyonê ya Qesrê difetise lê li gorî wezîrê çandiniyê ‘êdî tu kes birçî nîne.’ Desthilatdariya we ev welat hilweşand û ji bilî zilmê tiştek neda vî miletî. Zîhniyeta ku ji xelkê re dibêje sebir bikin, bênavber îhaleyan didin alîgir û malbatên xwe. Ew dê bixwin lê ji xelkê re bibêjin sebir bikin. Ne şerm û fihêtî di van de nema ye. Êdî gel ji derewên we bêzar bû.”    ‘SERDEMA NÛ DÊ BIBE TÊKÇÛNA WE’   Bi domdarî Buldan gotina AKP’ê ya “Dê sala 2023’yan cuda be” bi bîr xist û wiha got: “Erê rast e dê 2023’yan cuda be. Dê serdemekî nû dest pê bike ku ew serdem dest pê kiriye jî. Em ê dawî li pergala talanê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin û rê li ber serdema demokrasî û edaletê vekin. Dê serdema hesabpirsîna ji vê desthilatdariyê dest pê bike. Em ê vê serdemê bi HDP’ê re dest pê bikin ku dest dide destê hemû derdorên cuda yên civakê û têkoşîna demokrasiyê ya hevpar dimeşîne. Dê desthilatdariya we tirsa herî mezin jî li ser sindoqan bijî.”    ‘PERGALA DARBEYÊ MAYÎNDE KIRIN’   Buldan, da zanîn ku pêvajoya têkçûna îro bi referandûma di 16’ê nîsana sala 2017’an de dest pê kir û wiha domand: “Bi bidawîkirina pêvajoya çareseriyê re û bi konsepta şer re ev hilweşîn dest pê kir. Bi vê pergalê re ji ewil daraz bi dest xistin û xistin bin tehekûma xwe. Vîna parlamento û venihêrînê xesp kirin. Mekanîzmaya gensoruyê ji holê rakirin. Nexwe dê bi dehan wezîr bi saya gensoriyan li Meclisê hesab bidana. Lê bi hîleyên xwe rê li ber vê jî girtin. Ji bo ku haya xelkê ji rastiyan nebe, dest danîn ser medyayê jî. Bi destê qeyûman jî vîna gel xesp kirin. Bi saya operasyonên li dijî siyaseta demokratîk û kompasan jî pergala darbeyê mayînde kirin. Ji bo vê pergalê li ser pêyan bihêlin, hem li derve û hem jî li hundir bênavber dijminan diafirînin û şer derdixînin. Pirsgirêka kurd terorîze dikin û hewl didin bi girtin û qedexeyan çareser bikin. Lê hemû kesî dît ku tiştekî wiha pêkan nîne. Sedema van pêkanînan jî ew e ku pergala xwe ya nelirêtî, talan, rant û kedxwariyê li ser pêyan bigirin.”    ‘PERGALA ÇETETIYÊ LI HOLÊ YE’   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan anî ziman ku li cihekî hiqûq, mafên mirovan û standartên demokrasiyê tên binpêkirin, îstîkrara aborî û siyasî jî nabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hûn hiqûqê ji navê derxînin, ya ku di destê we de dimîne dê tenê pergala çeteyan be. Doza Kompasê ya Kobanê jî yek ji mînakên vê ne. Wekî ku hûn jî dizanin, navê serokê dadgehê yê berê bi koma çete ya ‘Atadedeler’ tê bîranîn. Ku hate binçavkirin û niha di hefsa malê de ye. Bi vê yekê re xuyaye bê ka daraza Tirkiyeyê teslîmî destên kê hatiye kirin. Di 14’ê nîsana 2009’an de operasyonên KCK’ê kirin. Wê demê jî bi heman kompasan bi hezaran siyasetmedar girtin. Ew operasyon jî AKP û hevaldostên wan daraza cemaetê bi hev re kirin. Niha jî li şûna cemaetê, komên çete bi cih bûne. Ji vê armanc ew e ku kompasa li dijî siyaseta demokratîk û muxalefeta civakî bidomînin.”    OPERASYONÊN BINÇAVKIRINÊ   Pervîn Buldan, destnîşan kir ku li holê tu delîl û belge nînin û wiha berdewam kir: “Gelemperiya şahidan ji giliyên xwe lê ve bûn. Bi yek du şahidên vala hewl didin Doza Kompasê ya Kobanê bidomînin. Bi operasyona îro jî alîkariyên ji bo Kobanê hedef hatin girtin. Hevşaredarên me yên berê, endamên meclisê û rêveberiyên me yên partiyê yên berê jî di nav de derheqê 91 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Ji van 46 jê hatine binçavkirin. Bi operasyona îro re kesên di dema Kobanê de alîkariya mirovî kirine hedef hatin girtin. Doza Kompasê ya Kobanê têk diçû lewma hewl dan bi vê yekê pêşî lê bigirin. Lê ev kes li ser sûc hatine girtin. Pir aşkera ye ku zîhniyeta ku endamê koma çete kiriye serokê dadgehê, ev operasyon li ser navê DAIŞ’ê kiriye. Bi vê yekê re xwedî li komkujiyên DAIŞ’ê derdikevin. Ji ber ku Kobanê neket, nekarîn barizganiya xwe ya bi DAIŞ’ê re bidomînin. Lewma aciz in. Sedema din jî windakirina wan a di 7’ê Hezîranê de ye. Heke wê demê bikariyan bi ser kevin, dê vê pergala xwe ya rantê ya bi koma çete ya 5 kesan têxina meriyetê. Niha jî bi destê darazê tola xwe hiltînin. Lê çi dikin bila bikin dê ev doz têk biçe û dê AKP-MHP di bin xerabeyên wê de bimînin.”   ‘RÊYA 3’YEMÎN RÊYA XELASIYÊ YE’   Bi domdarî Buldan qala serdegirtina avahiya HDP’a Cizîrê  kir û da zanîn ku bi mejiyê dijminatiyê êrişî partiyê hatiye kirin. Buldan, got ku tu ferqa dîmenên li Ûkraynayê ji yên Cizîrê cudatir nînin. Buldan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her ku winda dikin, bêhtir êriş dikin. Yek ji qadên ku ev pergala zordar herî zêde lê xuyanî dibe, girtîgeh in. Bi tecrîd, îşkence û binpêkirinên xwe girtîgeh veguherandine cihên mirinê. Lê dê ev pergala we ya şêlandin, îşkence û mirinê dê têk biçe û hûn dê di bin wê de bimînin. Dê têkoşîna birûmet a mirovên li dijî we serî natewînin bi ser keve. Divê hemû kes xwedî li Rêya 3’yemîn a HDP’ê derkeve ji ber ku rêya xelasiyê ye. Wer in em di vê rêyê de mil bidin milên hev, pêş bikevin û bi hev re xwe bigihînin demokrasiyê.”