Welatiyê ku ji sedî 80 felc e ji bo piştevaniyê çû serdana HDP’ê 2022-04-12 15:01:56   ŞIRNEX - Piştî ku polîsan bi ser avahiya HDP’a Cizîrê de girtin, xelkê navçeyê bi mebesta piştevaniya bi partiyê re diçe serdanê. Yek ji wan jî Cemal Pilsine ku ji sedî 80’ê felc e. Pilsin diyar kir ku dê serê xwe li ber zextan netewînin.    Duh di saetên serê sibehê de polîsên tîmên taybet bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin. Ji bo protestokirina êrişê, li avahiya partiyê ji bo sê rojan nobet hate destpêkirin. Xelkê navçeyê jî ji bo piştevaniya bi partiyê re hem beşdarî nobetê dibin û hem jî diçin serdana çalakiyê. Di vê çarçoveyê de îro gelek kes çûn serdana partiyê. Yek ji wan welatiyan jî Cemal Pilsin e. Di sala 2019’an de xwîn rijiya ser mejiyê Pilsin û ji sedî 80’ê felc bûye. Ji ber nexweşiya xwe, zimanê wî giran bûye û nikare bi rehetî biaxive. Pilsin, demekî dirêj di xebatên partiyê de cih girtiye û got ku naxwaze partiya xwe bi tenê bihêle. Pilsan da zanîn ku zext çi dibin bila bibin lê ew ê tu carî serî netewînin.    Di serdegirtina malan a li Cizîrê de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart jî di nav de bi giştî 9 kes hatibûn binçavkirin. Pilsin bertek nîşanî van binçavkirinan da û got ku partî bêxwedî nîne.