Qeyda dengê girtiyê di venihêrîna awarte de: Gardiyan dibêjin xwe bi daliqînin 2022-04-12 14:20:23 STENBOL - Halîl Kasan ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê di encama îşkenceya gardiyanan ber bi întîharê ve hate dehfdan û niha di venihêrîna awarte de ye, di axaftina xwe ya telefonê ya herî dawî de ji malbatê re wiha gotibû: “Ev ji me re dibêjin xwe bi daliqînin. Ji ber zilmê me biryar daye em ê xwe daliqînin.” Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 5’an a Sîlîvriyê, piştî zext û îşkenceya 60 gardiyanan ji 6 girtiyên ku xwestin dawiyê li jiyana xwe bînin Ferhan Yilmaz û kesekî navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Agahî ji Coşkûn Agca, Abdûlmenav Çetîn, Halîl Kasan, Tolga Okçû, Orhan Hacioglû, H. Masal û girtiyê bi navê Elî nayê girtin. Qeydên deng ên têkildarî axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re yên Halîl Kasan ê tê îdiakirin ku di vênihêrîna awarte de ye, derketin holê.      BI BOTAN PÊ LI SERÊ WAN KIRIN   Kasan, diyar kir ku di 6’ê Nîsanê saet 19.00’an de dema hejmarê de gardiyan hatin qawişê, şimaqeq li girtiyekê xistiye û wiha ragihand: “Tiştek jî tune bû hatin şimaq xistin û heqaret kirin. Ji ber nexweşiya xwe û pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk ez bi ser wan de çûm. Ji ber vê yekê ez girtim û birim baxçeyê qawişê, li min dan û gelek heqaret kirin. Dûre dîsa hatin qawişê û bi hêcera lêgerînê û hejmarê em birin dîsa li me dan. Dîsa heqaret kirin, û riyên me veçirandin. Pişt re em avêtin ‘odeya bisunger’. Bi botan pê li serê me kirin. Zilmê li me dikin. Wekî din jî ji bo ku xwe mafdar nîşan bidin û dozê vekin, girtekan digirin.”   GARDIYAN ZEXTA ‘XWE DALIQÎNIN’ DIKIN   Kasan, da zanîn ku gardiyanan ew avêtiyê cihê hewadariyê û jê gotinên weke “Li ser te ben heye? Ka xwe bikuje, xwe bi daliqîne” û wiha vegot: “Gardiyan çû pêlava min anî. Dû re min jî xwe daliqand. Ji derew ve hatin min xelaskirin. Me îro biryara xwe daye em ê xwe bikujin. Liv ir 5-6 kes hene. Coşkûn Agca, Orhan Hacioglû, kesekî bi navê wî Alî heye, Tolga Okçû û gelek kes hene. Ji ber zilma van wê xwe bikujin. Me diavêjin nava qirêjiyê, nan nîne, cih nîne, tu tişt nîne. Toneke zilmê dikin. Min duh xwe daliqand. Ji min re digotin ‘ka xwe bi daliqîne em bibînin’. Wekî din dema me dibin bijîşk jî digotin ‘Heke hûn rapora derbê bigirin, seanseke din a vê lêdanê jî dê hebe’. Nedihiştin em rapora derbê bigirin. Me jî ji ber tirsê digot tiştekî me nîne.”   Kasan herî dawî diyar kir dike ku ewlehiya canê wan nîne û xwestiye parêzer biçin hevdîtina wî.    MA / Mehmet Aslan