Li Girtîgeha Sîlîvriyê ‘îşkenceya komî’: Nebin şirîkên sûc 2022-04-12 14:19:29   STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Malbatên girtiyan diyar kir ku li girtîgehê îşkenceya komî tê kirin û wiha bang kirin: “Nebin şirîkên sûc.”    Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyên edlî de girtin û zext û îşkence li girtiyan kirin. Li ser vê yekê 6 girtiyan bi hev re xwestin xwe bikujin. Ji van girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Banga me ji bo Wezareta Edaletê ye! Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê çi diqewime bo me bibêjin!” hatibû vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî di daxuyaniyê de amade bû.    GIRTIYEK DI BEŞA VENIHÊRÎNA AWARTE DE YE    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan êdî ketine asteke wisa ku dibin sedema mirina girtiyan û wiha domand: “Ji ber van binpêkirinan me gelek caran serlêdan kirin û rapor amade kirin. Girtiyê bi navê Hasan Kasan ku tê îdiakirin rastî îşkence û nêzikatiya xerab hatiye, niha di beşa venihêrîna awarte de ye. Ferhan Yilmaz û kesekî navê wî nehatiye zanîn jî jiyana xwe ji dest dan. Hewldana veşartina tiştên li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê diqewimin, şirîkatiya sûc e. Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku ji bo parastina mafên girtiyan tevdîrên pêwîst bigirin û rastiya li wir qewimî bi raya giştî re parve bikin.”    CENAZE NÎŞAN NEDAN   Bi domdarî Acettîn anî ziman ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan tiştên qewimîn înkar kiriye û wiha pê de çû: “Lê girtiyekî li ser telefonê her tişt ji malbata xwe re got û cenazeyê Ferhan Yilmaz jî bêyî ku nîşanî malbata wî bidin hate amadekirin û şandin. Ev jî nîşan dide ku li wir tiştên girîng qewimîne. Li ser telefonê girtiyan ev agahî dan; ‘Di 6’ê nîsanê de em bi rojî bûn û xebatkarên hejmartinê bêyî ku sedemek hebe şimaqek li hevalekî me xist, heqaret lê kirin. Hevalê me nexweş bû û ji ber vê sepanê jî krîz derbas kir. Derxistin baxçe, li wir îşkence kirin, heqaret lê kirin û piştre dîsa anîn qawîşê. Vêcarê bi hinceta lêgerînê em tevek derxistin baxçeyî, li me xistin, rihên me jê kirin, piştre em xistin odeya bisunger, bi botan pê li serê me kirin û bênavber îşkence kirin.’”    GARDIYANAN BENÊ XWEKUŞTINÊ DA   Di berdewamê de Acettîn diyar kir ku girtiyan li ser telefonê ji malbatên xwe re gotine ku neçarî xwekuştinê hatine kirin û wiha pê de çû: “Bi domdarî girtî wiha dibêjin; ‘Me bi tu awayî destê xwe nêzî karmendan nekir lê di derheqê me de girtekên nerast amade kirin û xwestin me weke sûcdaran nîşan bidin. Dema em dibirin nexweşxaneyê jî gefa îşkenceyê li me kirin ku em nebêjin derb li me hatiye kirin. Dema em derxistin baxçeyê girtîgehê, gardiyanan benê xwekuştinê avête pêşiya me û got vaye ben xwe pê bikujin. Dema min hewl da xwe bixeniqînim, qaşo weke ku min xelas dikin tevgeriyan. Ji ber vê zilmê jî me biryara xwekuştinê da.’”    ‘SÛCDARAN CEZA BIKIN’   Acettîn da zanîn ku Coşkun Agca, Abdulmenav Çetîn, T. Okçu, O. Hacioglu, H. Masal û girtiyê bi navê Alî neçarî xwekuştinê hatine kirin û ev agahî dan: “Banga me li Wezareta Edaletê ew e ku ji ewil pêşî li vê zilma li girtiyan tê kirin bigirin. Divê ev bûyer baş bê zelalkirin, rayedarên girtîgehê û rêveberiya girtîgehê ku ev bûyer paşguhkirine ji peywirê bên girtin û derheqê bûyerê de lêpirsîna sizayî û îdarî bê vekirin. Ji bo zelalkirina bûyerê hewceye şandeyeke sivîlan bi girtiyan re hevdîtinê bike û hûn jî rastiya heyî bi raya giştî re parve bikin.”    ‘XETERE LI SER JIYANA ME HEYE’    Piştre jî dayika Abdulmenav Çetîn a bi navê Avniye Çetîn axivî û ev agahî dan: “Kurê min roja înê li min geriya û got ku xetereya mirinê li ser jiyana wan heye. Ji wê rojê heta niha 5 roj derbas bûn û ez tu agahiyan jê nagirim. Min li dozgeriyê gilî kir lê tiştek neguherî. Ji bo dîtina kurê xwe çûm girtîgehê lê nehêlan ez bikevim hundir û gardiyan li min qêriyan. Ez çûm cem polîsan lê wan jî tiştek nekir. Duh çûm girtîgehê û min giliyê wan kir.”    POZÊ GIRTIYEKÎ ŞIKEST   Dayika Coşkun Agca, Fatma Agca jî da zanîn ku kurê wê di rojê înê de li wê geriyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Got ku xetere li ser jiyana wan heye. Ji wê rojê ve tu agahiyan jê nagirim. Min serî li her derekê da lê tu agahî nedan. Gelo cendirme û dewlet çima xwedî li me dernakeve. Erdogan çima dengê xwe nake. Pozê zarokê min şikandin. Zarokên me tazî kirine û xistine odeyeke tarî. Li wir îşkence lê kirin. Bila stûyê wan kesên deng didin vanan bişikê.”    MIRINÊN KOMÎ ÇÊDIBIN   Di daxuyaniyê de parlamenter Gulum jî axivî û ev tişt destnîşan kir: “Mirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Garîbe Gezer û Vedat Erkmen çendek ji van mînakan in. Li girtîgehan şert û mercên giran hene û hemû mafên girtiyan tên binpêkirin. Girtî bi komî dimirin û tên îşkencekirin. Êdî hatiye astekî wisa ku gardiyanan benê xwekuştinê diavêjin ber girtiyan. Berpirsyarê mirinên li girtîgehan, Wezareta Edaletê û midûriyeta girtîgehê ye. Xuyaye ku êdî sînor nehatine hiştin û divê ev rewş bi dawî bibe. Derheqê îşkence û binpêkirinan de lêpirsîn nayên vekirin û ev jî cisaretê dide cendirme û gardiyanan.