Ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê banga hestiyariyê hat kirin 2022-04-12 12:26:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd diyar kir ku rewşa 5 girtiyên li Hewlêrê di çalakiya greva birçîbûnê de ne giran e û banga hestiyariyê kir.    Çalakiya greva birçîbûnê ya aktîvîstên li herêmên Şêladizê û Behdînanê yên Herêma Kurdistanê hatibûn girtin berdewam dike. Nûnerê Girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd têkildarî rewşa 5 aktîvîstên Behdînanî û Şêladizêyî daxuyaniyeke nivîskî da.    Seîd, diyar kir ku her 5 aktîvîst salek û 4 meh in li Girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê de tên ragirtin û wiha got: “Di hevdîtina îro ya bi malbatên her 5 aktivîstan de hate ragihandin ku rewşa her 5 aktivîstên Şêladizêyî û hin Behdînanî yên girtî ne giran e. Girtiyekî ku demekî dirêje di çalakiya greva birçîbûnê de ye ji ser hişê xwe çû. Hate diyarkirin ku girtiyên rewşa wan kirîtîk wasiyetên xwe jî dane malbatan.”   HEVDÎTINA PARÊZERAN TÊ ASTENGKIRIN   Seîd, da zanîn ku rewşa girtiyan giran e û got: “Divê li dijî tiştên girtî dijîn tiştek bê kirin. Li dijî girtiyan gelek binpêkirinên mafan hene. Hêzên ewlehiyê îşkenceyê li girtiyan dikin û dîmenên wan dikişînin. Destûr nadin ku parêzer biçin wan bibînin. Di dema lêpirsînê de hemû îfade û gotinên wan bi darê zorê guhertin û bi wan dane îmzekirin.” Seîd, ji bo girtî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û rojên danişînên wan bên diyarkirin banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî kir.