Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê 2022-04-12 09:43:21 ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn.  Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, li 13 bajaran derbarê 91 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat diyarkirin ev operasyona binçavkirinê di bin navê “Lêpirsîna Kobanê” de hatiye destpêkirin û heta niha 46 kes hatine binçavkirin.    Operasyona serdegirtina malan li bajarên wek Amed, Riha, Stenbol, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din hatiye lidarxistin. Hat zanîn ku hevşaredarên HDP’ê yên berê jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin.    NAVÊ KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN    Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevşaredarê Akdenîzê yê berê Fazil Turk, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê yên berê Hasan Çat, Selamî Turan û Ulfiye Özcan, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê parêzer Metîn Kilavuz, Hesapgirê HDP’ê yê berê Zekî Çelîk. Rêveberê HDP’a Edeneyê Mustafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, Necmettîn Aslan. Li Amedê rêveberê HDP’a Navçeya Peyasê Şahîn Eroglu, Selçûk Tazgel, Endamê Meclisa Şaredariya Yenîşehîra Amedê Îlyas Tekîn hatin binçavkirin. li Wanê endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê berê Nîhat Gezîcî jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. Midûra Nivîsgeha Şaredariya Dêrsimê ya berê Sevîm Soylu.    BERÊ JÎ JI HEMAN LÊPIRSÎNÊ HATIBÛ GIRTIN    Hesabgirê HDP’3e yê berê Zekî Çelîk di operasyona berê ya di bin navê “Doza Kobanê” de hatibû kirin û 108 siyasetmedar jê tên darizandin, hatibû binçavkirin û di danişîna sêyemîn de hatibû tehliyekirin.    BIRYARA VEŞARTINA DOSYEYÊ    Hat zanîn ku heta niha binçavkiriyên li bajarên din neanîne Enqereyê û biryara qedexekirina hevdîtinê ya heta 24 saetan hatiye dayîn. Parêzer ji ber vê yekê nikaribûn binçavkiriyan bibînin. Li aliyê din jî hat zanîn ku biryara veşartinê danîne ser dosyeyê.    DAXUYANIYA DOZGERIYÊ    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê têkildarî lêpirsînê daxuyaniyek nivîskî weşand. Li gorî vê daxuyaniyê tê îdiakirin ku kesên di “di bûyerên Kobanê de alîkariya malî kirine, alîkariya madî dane malbatên endamên PKK’ê yên mirine û birîndar bûne” hatine binçavkirin.