4 sal in kurê xwe nabîne: Malbat jî bi sirgûnkirina girtiyan tên cezakirin 2022-04-12 09:00:46 ENQERE - Gulşen Geylanî, dêya girtî Samî Geylanî ku ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hatiye sewqkirin kirin, bi lêv kir ku 4 sal in kurê xwe nediye û got: "Bi vî awayî hem tahdeyê li girtiyan hem jî li me dikin."  Di demên dawî de girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên xwe tên kirin. Bi vî awayî hem girtî hem jî malbatên wan tên cezakirin. Samî Geylanî, ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê sewqî Girtîgeha Çorûm a Tîpa L'yê, girtî Bulent Ozturk û Gerhat Oder jî ji Girtîgeha Bunyan a Kayserî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    MALBAT TÊN CEZAKIRIN   Gulşen Geylanî, dayika Samî Geylanî, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dimîne. Geylanî, bilêv kir ku gelek caran serlêdan kirine ku kurê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin, lê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin. Geylanî, da zanîn ku kurê wê ji sala 2010'an ve girtiye û got: "Di demên dawî d egirtî tim tên sirgûnkirin. Bi van sirgûnan hem malbat hem jî girtî tên cezakirin."    Geylanî, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Bunyan a Kayseriyê kir û wiha got: "Gardiyan tim tahde li wan dikirin. Kurê min û 3 hevalên wî sirgûnî girtîgehên cuda kirin. Li girtîgehan tahde û îşkence zêde bûye. Gava me bi telefonêb i ehvr e xeber da got, tahdeya li hemû girtîgehan zêde bûye. Doza çi li girtiyan dikin."    4 SAL IN KURÊ XWE NEDÎTIYE   Geylanî, bi lêv kir ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijî û ji ber ku derfet tune ne nikare biçe girtîgehê cem kurê xwe û got: "Madem sirgûn dikin qet nebe bila sirgûnî girtîgehên nêzî em bikin. Bi vî awayî hem tahdeyê li me hem jî li girtiyan dikin. 4 sal in ez neçûme girtîgehê. Xwedê jî vê yekê qebûl nake. Girtîgeh derbarê sirgûnan de tiştekî ji me re nabêje. Em dikevin tatêla zarokên xwe. Divê ev yek bibe rojev."