Êrişa li dijî avahiya HDP’a Cizîrê hate şermezarkirin 2022-04-11 14:44:06   ŞIRNEX - Polîsan îro di danê sibehê de bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de girtin û 5 HDP’î binçav kiribûn. Serdegirtina avahiya partiyê bi çalakiyekê hate protestokirin.    Hêzên polîsên tîmên taybet îro di saetên serê sibehê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtin û 5 kes binçav kirin.   Di serdegirtinê de deriyên avahî hatin şikandin û polîsan bi botên xwe dan ser cilnimêjan. Polîsan du saetan li avahiya HDP’ê lêgerîn kirin û piştre jî li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr, li gundê Dîrseklî û li xaniyên komelî yên Dîrsekliyê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart, ji rêveberên HDP’ê yên navçeyê ku keça wê Yasemîn Çikmaz di jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê de hatibû qetilkirin Esmer Çıkmaz a 50 salî, Osman Kuçuk, Maruz Erîş û Şerîf Elçîoglu hatin binçavkirin. Rêxistina HDP’a Cizîrê li dijî êrîşa li ser avahiya wan hatiye kirin, li ber deriyê partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dîmenên wehşetê” hate vekirin. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, hevşaredarên HDP’ê yên Silopiyayê, aktivîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen diyar kir ku bi awayeke nehiqûqî ser avahiya partiya wan de hatiye girtin û wiha got: “Di dema serdegirtinê de avahiya partiyê belave kirin, hevserok û hevalên me yên rêveber hatin binçavkirin. Sedema vê êrişê, bêtehemûliya li hemberî 8’ê Adar û Newrozê ye. Lê divê ji bîr nekin ku gelê Botanê û kurd dê serî li ber van polîtîkayên qirêjî netewînin. Bedêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin û paş de gav neavêjin.”    ‘NIKARIN TÊKOŞINA ME TÊK BIBIN’   Piştre parlamenter Nûran Îmîr axivî. Îmîr, destnîşan kir ku her cara ku AKP-MHP tengav dibe êrişî partiya wan dike û wiha domand: “Bi van êrişan hewl dide xwe rewa nîşan bide. Lê ew tiştekî her tim ji bîr dikin, her êrişeke wan me bêhtir û xurt û mezin dike. Ev êrişa hovane encama dijminatiya li kuradn e. Îspata bêtehemûliya li hemberî hebûna gelê kurd e. Ev bi sedan sala ye em kurd hebûn, em îro jî hene û dê her hebin jî. Tu polîtîka û zextên we dê nekarin pêşî li ber têkoşîna me bigirin.”     ‘BÊHIQÛQÎ YE’   Di daxuyaniyê de parlamenter Hasan Ozguneş jî axivî û ev tişt anî ziman: “Faşîzma wê ya olîgarşîk her carê li ser televîzyonan qala ol û girîngiya wê dike. Lê vê hişmendiya faşîzan di meha Remezanê de jî êriş kir. Ev, durûtî û bêhiqûqî ye. Roj naçe ku hûn ji me re nebêjin teror. Îcar îro çi bû, duh çi bû? Ma kesek hate kuştin? Ma em li eniya şer in? Mirov hinek biexlaq dibe, piçek şerm divê di mirov de hebe. Hûn ne bi qanûnî û ne jî biexlaqî tevdigerin. Ka ji min re bibêjin çi hebû, çi çêbû? Ma hûn nikarin bangî rêveberan bikin û derî bi mifteyan vekin? Di zîhniyeta we de ruhê terorê heye. Li gorî pîvanên exlaqî tevbigerin. Em ê li dijî her kiryareke we ya dermirovî têbikoşin.”    Piştî axaftinan, beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakiya xwe dirûşmên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Bijî berxwedana Botanê” bi dawî kirin.    Hat ragihandin ku li dijî êrîşan, bi tevlibûna rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan dê li avahiya HDP’a Cizîrê 3 rojan nobet bê girtin.